Çalakiya şofêran li Îranê kete roja 3’an

30

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro roja 3’emîne şofêrên wesayitên barhilgir li parêzgeha Îsfehan, Qezwîn, Reşt, Şirîz û Benderebas ên Îranê dest bi çalakiya boykota kar kirine.

 

Çalakiya boykota şofêran roja dawî li parêzgahên Xûrasan, Simnan, Îlam, Urmê, Tebrêz, Erak û Hemedan belav bû. Tê payîn ku çalakî di roja sêyemîn de hîn berfirehtir bibe.

 

Çalakiya şofêran li dijî biryara hikûmetê ya kêmkirina pereyê hilbijartina bar û giranbûna nirxê kelûpelane. Şofêran diyar kir ku heya daxwazên wan neyên bicihkirin, wê çalakiya wan bidome.

 

Li aliyê din ji ber şofêrên tankerên sotemeniyê jî dest bi çalakiya boykota kar kirine, li van parêzgehan benzîn jî peyda nabe.

 

Hêjay gotinê ye ku li gor daxuyaniya Wezareta Rêyan a Îranê, 360 hezar wesayitên hilbijartina bar li Îranê hene û di sîstema veguhestinê de li Îranê rolek giring dilîzin.

 

(rn)