ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

 

Cenazeyê Endamê Meclîsa YNK'ê û yek ji damezrînerê YNK'ê îro ji Almanyayê dest pêkê birin balafirgeha Bexdayê û ji wir jî di saet 09.00’ê sibehê de gihîşt balafirgeha navnetewî ya bajarê Silêmanî.

 

 

Li balafirgehê bi merasîmeke fermî û beşdarbûna malbata Adil Murad, Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm, piraniya endam û rêveberiya YNK’ê, nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê hate pêşwazî kirin.

 

 

Beriya axaftin ji bo bîranîna Adil Murad were kirin bi sirûda netewî ya Iraqê û ya Kurdistanê rêz lê hate girtin. Cenazeyê Adil Murad bi ala Herêma Kurdistanê hate pêçan.

 

 

Di merasîmê de bi navê Rêveberiya YNK’ê Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl û paşê jî Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm axaftin kir.

 

Biryare cenazeyê Adil Murad li Girê Selîm Beg ê Silêmaniyê bispêrîn axê.

 

Roja Înê dê li Mizgefta Ehmed Hacî Elî ya Silêmaniyê taziye were danîn.

 

Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Adil Murad ku yek ji damezrênerên YNK’ê ye di 18'ê Gulanê de li nexweşxaneyekî Elmanya ku dihat dermankirin, di 69 saliya xwe de koça dawî kir.

 

Adil Murad di 11’ê Kanûna 1949’ê de li navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyala ji dayik bû û beşa Kîmya li Zanîngeha Bexda temam kir. Ji temenê 16 saliyê ve dest bi siyasetê kiriye û di sala 1975’ê de yek ji damêzrênerên YNK’ê ye.

 

Adil Murad bi taybetmendiyên xwe yên netewî û piştgirî dayîna têkoşîna azadiya Kurdistanê li parçeyên din yên Kurdistanê jî tê nasîn. Bi helwestên xwe yên netewî yên der barê Rojava û Bakurê Kurdistanê de kariye bibe pirek di navbera Başûr û parçeyên din yên Kurdistanê de.

 

 

 

 

(bz)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here