Cenazeyê Adil Mûrad hate spartina xakê

36

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro saet 11:30’ê cenazeyê sekreterê Encûmena Navendî û yek ji damezrênerên YNK’ê Adil Mûrad li Girê Selîm Beg ê bajarê Silêmaniyê bi merasîmek girseyî hate spartina xakê. Di merasîmê de malbat û xizmên Mûrad, hejmarek zêde welatî, endamên YNK’ê, nûnerên hizbên Kurd û nûnerên welatên derve amade bûn.

 

Adil Mûrad di 18’ê Gulanê de li nexweşxaneya welatê Elmanya ku dihate dermankirin, di temenê xwe yê 69 salî de çû ser dilovaniya xwe.

 

Îro cenazeyê Adil Mûrad bi rêya balafirgeha navnetewî ku anîn Bexda, saet 09:00’ê gihişte balafirgeha navnetewî ya bajarê Silêmanî û bi merasîmek girseyî hate pêşwazîkirin.

 

Di merasîma pêşwazîkirinê de Cigirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl, Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm axivîn, piştre alî û nûnerên tevlî merasîmê bûn bi danîna destegulan li ser tabûtê, xatir jê xwestin.

 

Piştre cenazeyê Adil Mûrad ber bi goristana li Girdê Selîm Beg birêkirin û piştî nimêja cenaze ya li vir, cenaze hate spartina xakê.

 

Roja Îniyê 25’ê Gulana 2018’ê li Mizgefta Ehmedî Hacî Elî taziya Adil Mûrad wê bê danîn.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

(rn)