SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Ramîn Hisên Penahî girtiyê siyasî yê Kurd par ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin û piştre ji aliyê Şaxa Sine ya Dadgeha ‘Şoreş a Îslamî’ ve bi tewanê ‘şerê dijî hikûmeta Îslamî’ cezayê darvekirinê lê hate birîn. Biryare ku piştî Meha Remezanê cezayê Ramîn bê pêkanîn.

 

Di vê derbarê de berpirsa peywendiyên dîplomasî ya Komeleya Jinên Azad ên Kurdistanê (KJAR) Ciwana Sine ji ajansa me re wiha axivî; “Rêbaza darvekirin, kuştin, girtin û êşkencekirina girtiyên siyasî û jinan aloziyên hundir ên Îranê diyar dike. Eşkere dike ku gel daxwaza guhertinan dike û ji bo vê jî wê hemû berdêlan bide.”

 

Sine diyar kir ku gefên darvekirina girtinên siyasî, bi taybetî Ramîn, sîstem û siyasetek ne dadperwerî û tenê ji bo tirsandina gel e û wiha domand; “Ji bo rawestandina cezayê darvekirina Ramîn divê çalakî bên berfirehtirkirin. Weke çewan pêştir li ser helwesta gel cezayê Ramîn hate rawestandin. Ji bo wê jî ger hêza navnetewî jî nekare pêşî li vê darvekirinê bigire, hêza gel dikare pêşî lê bigire.”

 

Ciwana Sine bang li gelên Îranê û bi taybetî jin û ciwanan kir bi çalakî û grevên giştî zextê çêbikin ku guhertinên yasayî çêbibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Guhertin ne tenê daxwazên neteweya Kurdin, daxwaza hemû gelên nava Îranê ye.”

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here