GULALE / ROJNEWS

 

 

Şevê din çeteyên DAIŞ’ê êrîşê ser gundê Silêman Wehab ê girêdayî bajarokê Gulale yê girêdayî navçeya Xaneqîna parêzgeha Diyale kir. Niştecihên vî gundî jî ji pêkhateya Ereb pêk tê.

 

Rêveberê Polîsê Gulale Rebah Mehdî ji Rojnews’ê re ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî mala Serokê eşîra Xalidiyan kiriye û got ku di encama êrîşê de 3 welatî hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne.

 

Rebah Mehdî diyar kir ku paşê li ser destwerdana hêzên ewlekariyê yên Iraqê pevçûn di navbera çeteyan û hêzên ewlekariyê de derketiye. Di encama pevçûnê de jî li gorî dibêje, 3 çete hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here