Erdogan hat mehkûmkirin

38

 

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Dadgeha Gelan a Daîmî ku 15-16'ê Adarê li Parîsê pêk hat, encama mehkemeyê li Parlamenta Ewropayê bi konferansekê eşkere kir. Di rûniştina du rojan de, sûcên dema nêz hatin darizandin. Li dadgehê bi taybetî li şahidên sûcên ku li Cizîr, Sûr, Şirnex û Nisêbînê hatine kirin, hate guhdarîkirin. Her wiha şahidên salên 1990'î yên kuştinên kiryar nediyar, êrîşên bombeyî, êşkence û windakirina bi zorê axivîn. Dadgeh ji heft dadgeran pêk hat û serokê wê jî dadger Philippe Texier bû. Dadgerên ji neteweyên cuda, wijdanê cemaweriyê temsîl kirin.

 

Delîlên li ser şerê navbera dewleta Tirk û gelê Kurd, Tîrmeha 2017'an pêşkêşî Dadgeha Gelan a Daîmî hatibûn kirin. Dadgehê di biryara xwe de bi taybetî li ser bûyerên dema nêz sekinî û ragihand ku wan paşxaneya dîrokî û jeopolîtîk jî nirxandine.

 

Bi navê aliyê dozdaran Jan Fermon û Sara Montinaro delîl pêşkêşî dadgehê kirin û ji heyeta dadgehê xwestin ku li ser van her xusûsan bisekine:

 

— Sûcên şer ên ji 1'ê Hezîrana 2015'an heta 31'ê Kanûna 2017'an li bajarên Kurdan hatin kirin. (Mebest ji vê yekê, sûcên ku di dema berxwedanên xwerêveberiyê de li Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn û herêmên din hatine kirin)

 

— Ji sala 2003'an û vir ve êrîşên bombeyî, cînayet an jî revandina nûnerên tevgera Kurdan, organên çapemeniyê û saziyên Kurdan ên li Tirkiye, yan jî li derveyî welat.

 

Dozdaran xwestin, Komara Tirkiyeyê li nava hiqûqa cemaweriyê ya navneteweyî bê nirxandin û weke berpirsyarê sereke yê sûcên tên îdîakirin bê dîtin. Li gorî sûcên ku hatin destnîşankirin, organên dewleta Tirk bi hemahengî demeke dirêj li dijî Kurdan sûcên giran kirine. Hate ragihandin ku rayedarên heyî jî demeke dirêj ev polîtîka dewam kirine.

 

Du bersûcên sereke: Erdogan Û Hûdûtî

 

Yek ji kesên sereke yên hatin sûcdarkirin Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan e, ku bi meşandina şerê li dijî Kurdan, sorkirina hestên neteweperestî û nîjadperestiya Tirk û tewanbarkirina Kurdan bi 'terorîstiyê' hate sûcdarkirin. Dozdaran destnîşan kirin ku amûra ewlekariyê ya dewletê di vê çarçoveyê de li dijî Kurdan şîdet û hêzeke dijwar bi kar aniye.

 

Bersûcê din ê sereke general Adem Hûdûtî ye, ku dema sûc hatin kirin Fermandarê Artêşa Duyemîn bû. Hûdûtî weke berpirsyarê sereke yê operasyonên leşkerî yên li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê hate nirxandin û hate sûcdarkirin ku di navbera 1'ê Çileya 2015'an û 15'ê Tîrmeha 2016'an de li bajarên Kurdan li dijî Kurdan operasyonên leşkerî meşand. Ji ber van operasyonan gelek sivîl hatin kuştin, avahiyên sivîlan hatin hilweşandin, bi taybetî tax, avahiyên dîrokî û berhemên çandî yên sekuler bi temamî ji holê hatin rakirin.

 

Înkar çavkaniya pirsgirêkê ye

 

Dozdaran destnîşan kirin ku redkirina mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd, çavkaniya bûyerên bi vî rengî ye. Di gilînameyê de hate ragihandin ku Kurd bi rêk û pêk li derveyî pêvajoyên biryarê yên aborî û siyasî hatine hiştin, li wan hatiye qedexekirin ku çand û nasnameya xwe li qada cemaweriyê bi kar bînin û êrîş li partiyên siyasî, medya, rojnamevan û aktîvîstên Kurd hatine kirin. Di gilînameyê de hate gotin, înkara bi rêk û pêk a li ser hebûna Kurdan bûye sedem ku di navbera dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de şerekî çekdarî rû bide.

 

Dozdaran ji Dadgeha Gelan a Daîmî xwestin ku tespît bike; sedema sereke ya sûcên şer û sûcên dewletê ji ber astengkirina mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe ye.

 

Bila dewleta Tirk bê mehkûmkirin

 

Kuştinên bê daraz û windakirina bi zorê li nava hiqûqa navneteweyî dikarin bibin mijara darizandinê, lê belê di asta şexsî de dimînin. Ji ber vê yekê dozdaran xwestin ku ji berpirsyariya şexsî wêdetir, dewleta Tirk bi xwe bê mehkûmkirin.

 

Ji ber ku dadgeriyeke neteweyî û navneteweyî ya ku dewleta Tirk mehkeme bike nîne, Dadgeha Gelan a Daîmî kete dewrê.

 

Di rûniştina dadgehê de ku 15-16'ê Adarê li Parîsê pêk hat, li gelek şahidan hate guhdarîkirin û gelek delîl hatin pêşkêşkirin. Aliyên dîrokî, çandî, aborî û siyasî yên pirsgirêkê ji aliyê pisporan ve hatin nirxandin.

 

Biryar: Înkara bi rêk û pêk sedema şer e

 

Di biryara dadgehê de ya bi sedem, ev hikum hate dayin: "Xala bingehîn a şerê navbera gelê Kurd û Komara Tirkiyeyê û sedemên bingehîn ên binpêkirina hiqûqa navneteweyî ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirk ve, înkarkirina bi rêk û pêk a mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe ye."

 

Heyeta dadgehê, ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve li ser mafê diyarkirina çarenûsa xwe rawestiya û destnîşan kir ku di nava hemû dewletan de Kurd jî xwedî vî mafê kolektîf e.

 

PKK têkoşîneke çekdarî dike

 

Dadgehê karakterê şerê navbera dewleta Tirk û PKK'ê jî lêkolîn kir û gihîşt vê encamê: "Polîtîkayên zordar ên dewleta Tirk ên li ser nifûsa Kurdan, kir ku gelê Kurd di nav rêveberiya PKK'ê ya ku têkoşîna çekdarî dike, xwe bi rêxistin bike. Ji bilî vê yekê ti alternatîf ji Kurdan re nehate hiştin. Divê PKK weke şerekî çekdarî yê ne navneteweyî neyê analîzkirin. Li gorî rêveberên vê rêxistinê, çalakiyên çekdarî yên PKK'ê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî ya li ser şerê çekdarî yê ne navneteweyî bên dîtin. Lewma, tiştekî gelekî girîng e ku pênaseyeke hiqûqî ya li ser şerê çekdarî yê navbera Tirkiye û PKK'ê were lêkolîn. Ji ber ku hiqûqa li karên leşkerî yên vê rêxistinê tê bicihanîn, ji vê pênaseyê dest pê dike."

 

Dadgehê şerê ji sala 1984'an û vir ve diqewime lêkola û gihîşt vê encamê: "Dema ku dijwariya şer, dem û wesfê aliyên vî şerî bê nirxandin, wê were dîtin ku şerê navbera dewleta Tirk û PKK'ê, şerekî çekdarî yê ne navneteweyî ye."

 

PKK rêxistineke siyasî-leşkerî ye

 

Li ser PKK'ê ev tespît hate kirin: "PKK bersivê dide hemû krîterên rêxistineke siyasî û leşkerî ku ji bo mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe li dijî hêzên ewlekariyê, artêş û meqamên Tirk têkoşîna çekdarî dike. Di vî warî de şik û guman nîne."

 

Dadgehê piştî ku rêxistinbûn û çalakiyên PKK'ê lêkolîn kir, gihîşt vê encamê: "PKK organîzasyoneke ku li qada neteweyî, herêmî û xwecihî xwedî berpirsyariyan e. Ev hiyerarşiya PKK'ê polîtîkayê diyar dike û endamên rêxistinê û piraniya gelê Kurd li gorî telîmatên wê tevdigerin."

 

Dadgehê bal kişand ser biryarên agirbestê yên navenda biryardanê ya PKK'ê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku piraniya milîtanên PKK'ê û gelê Kurd li gorî van biryaran tevgeriyane.

 

Kurd li derveyî pêvajoyên siyasî û aborî hatin hiştin

 

Dadgehê bûyerên ku di dema sûcên şer û sûcên dewletê de qewimîn lêkolîn kir, li şahidan guhdarî kir, belge lêkolîn kir û gihîşt vê tespîtê: "Welatiyên Kurd bi rengekî rêk û pêk li derveyî pêvajoyên biryardanê yên siyasî yan jî aborî hatin hiştin."

 

Çend ji hukmên ku dadgehê biryar li ser wan daye:

 

"Bi qedexekirina zimanê Kurd li qada cemaweriyê, bi qedexekirina partiyên siyasî yên Kurdan û girtina rêveberên van partiyan re dewletê hewl da çanda Kurd tine bike. Bi heman rengî medya Kurd qedexe kir û gelek rojnamevan girt."

 

"Di navbera 6-8'ê Cotmeha 2014'an de, li dijî helwesta hikumetê ya li ser dorpêçkirina Kobanê bi çalakiyan nerazîbûn hate nîşandan. Di dema van çalakiyan de 42 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. 5'ê Hezîrana 2015'an di bombekirina mîtînga HDP'ê de li Amedê 5 kes mirin. 20'ê Tîrmeha 2015'an li Pirsûsê di êrîşa bombeyî de 33 kes mirin. 10'ê Cotmeha 2015'an li Enqereyê di mîtînga aştiyê de êrîşa bombeyî hate kirin û 100 kes mirin."

 

"Di navbera Tebaxa 2015 û Çileya 2018'an de (bi rengekî fermî hate piştrastkirin ku herî kêm 289 kes in hatin kuştin) di dema qedexeya derketina derve de, li 11 bajar û 49 navçeyên Tirkiyeyê 1.800.000 kes ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hatin hiştin."

 

"Tevî ku hikumeta Tirk îdîa dike ku li dijî karên terorîstî operasyon hatin kirin jî, ya hate kirin operasyonên şer ên li dijî şêniyên bajaran bû. Qanûnên bi cih hatin anîn, qanûnên şer in. Sûcên ku hatin kirin, sûcên şer in. (…)"

 

Çalakiyên protestoyî yên gel nabe ku bi 'terorîstî' bên binavkirin

 

"Çalakiyên protestoyî yên gel, encameke qedandina pêvajoya aştiyê bû û nabe ku bi ti awayî weke çalakiyên terorîstî bên binavkirin. Rayedarên Tirk tevî ku dikarîbûn bi operasyoneke ji rêzê ya polîsan bi pêş ve biçûya, bi hêzên taybet, topxane û çekên giran dest li şerê li bajaran werda û ev yek jî bû sedema hilweşîneke mezin. Encamên vê yekê, sûcê şer e. Êrîşa li dijî sivîlên ku ala spî hildabûn û bi giştî jî mîna li Cizîrê, êrîşa li jêrzemînan (Çileya 2016), cînayet, êşkence, îmhakirina malên mirovan weke sûcê şer divê bên dîtin."

 

Dadgehê di dewama biryara xwe de bal kişand ser hilweşandina avahiyên dîrokî, xanî û mizgeftan û destnîşan kir ku ev yek jî binpêkirina Peymanên Cenevreyê ye.

 

Sûc ji aliyê dewletê ve hatin organîzekirin

 

"Di rûniştinê de her wiha hate tespîtkirin ku dewleta Tirk li dijî şexsan an jî komeleyan sûcê hiqûqa cemaweriyê, ya jî sûcê dewletê kiriye, sûc organîze kiriye ya jî parastiye. Mînaka herî nêz jî, 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê kuştina sê milîtanên Kurd Fîdan Dogan, Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez e. Lêpirsînê nîşan da ku karmendê payebilind ên servîsa îstîxbaratê ya Tirk MÎT tevlî vê cînayetê bûne."

 

Dadgehê wekî din işaret bi bi hezaran windahî û înfazên bê daraz kir (kuştinên kiryar nediyar) û diyar kir ku mîna kuştina helbestvan û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter, dewlet bi giranî di asta herî bilind de tevlî van sûcan dibe.

 

Biryar: Sûcê şer û sûcên dewletê hatin kirin

 

Li gorî delîlan û şahidan, jûriya Dadgeha Gelan a Daîmî ev biryar dan:

 

1- Dewleta Tirk, hebûn û nasnameya gelê Kurd înkar kir, nasnameya Tirk li ser ferz kir, li dijî otorîteya dewleta Tirk weke gefekê dît, li derveyî jiyana siyasî, aborî û çandî ya welêt hişt. Bi vî rengî ji înkarkirina mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe berpirsyar e.

 

2- Li gorî delîlên berfireh ên li ser bûyeran pêşkêşî dadgehê hatin kirin, dewleta Tirk di navbera 1'ê Çileya 2015-1'ê Çileya 2017'an de ev sûc kirine:

 

a- Li gelek bajarên li başûrê rojhilat ê Anatoliyê di dema şer de komkujî kir, nifûsa Kurdan koçber kir, bi vî rengî nîşan da ku dixwaze gelê Kurd ji aliyê fîzîkî ve tine bike û sûcê şer kir.

 

b- Li Tirkiyeyê û di serî de Fransa li derveyî welat, bi hêzên ewlekariyê û servîsên veşartî cînayet, kuştinên kiryar nediyar û windakirina bi zorê kir. Bi vî rengî sûcê dewletê kir.

 

Erdogan û Hûdûtî Yekser berpirsyarin

 

3- Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi taybetî ji sûcên şer û sûcên dewletê yên li bajarên başûrê rojhilat ê Anatoliyê qewimîne berpirsyar e. Daxuyaniyên Erdogan û helwesta wî ya giştî ku Kurd û rêveberên wan ên li herêmê weke 'terorîst' nîşan da, kir ku hêzên polîs û leşkeran li dijî şervanan û gelê sivîl şîdeteke bê sînor bi kar bînin. Ev şîdet teşwîq û rewa kir. Fermandarê Artêşa 2. a Tirkiyeyê General Adem Hûdûtî, weke rêveberê bingehîn ê operasyonên hêzê leşkerî, polîs û milîsên paramîlîter, ji sûcên hatine gotin yekser berpirsyar e."

 

Pêşniyarên li Tirkiyeyê hatin kirin

 

Dadgehê herî dawî ev pêşniyar li Tirkiyeyê kir:

 

1- Divê Tirkiye tavilê operasyonên xwe yên li Sûriyeyê biqedîne û yekîneyên xwe vekişîne nava sînorên xwe yên neteweyî,

 

2- Tirkiye neçar e ku berpirsyarê sûcên şer ên ku Dadgeha Gelan a Daîmî tespît kiriye, ceza bike.

 

Ev neçariya konvansiyonel xwe dispêre normê hevpar ê Peymana Cenevreyê ku 12'ê Tebaxa 1949'an hate destnîşankirin.

 

3- Divê Tirkiye mekanîzmayên dewleta hiqûqê ava bike û dadger û rojnamevanên hê girtî ne berde, mamoste û dadgerên (dadger û dozger) ji Tîrmeha 2016'an ve îstifa kirine li wezîfeya wan vegerîne, rê li ber azadiya çapemenî û agahîwergirtinê veke, dawî li rewşa awarte bîne û li gorî Peymana mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere.

 

Dadgehê li binê vê xalê bal kişand ser mafê Kurdan ê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û got, "Ancax bi naskirina nasnameya gelê Kurd re dikare êş û şerê demdirêj ê navbera her du aliyan bên qedandin. Bidawîbûna şer, yekane rêya ewlebûna jiyana her kesî ye. Divê ev yek bi taybetî were destnîşankirin; naskirina mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe, bi ti awayî nayê wateya cihêbûnê."

 

4- Divê Tirkiye tavilê dest ji karê xwe yê leşkerî berde, bi niyeteke baş ji nû ve dest bi muzakereyên ji bo çareseriya aştiyane bike û di demeke maqûl de biqedîne.

 

5- Bi qedandina peymana aştiyê re, ji bo sûcên ku aliyan di dema şer de kirine efû dikare bê ragihandin û di rewşeke wiha de hemû girtiyên siyasî yên hê girtî ne bên berdan.