SEMÎR ŞEHABÎ/ ROJNEWS

 

Nebûna sîstemek aborî û dadperweriyê li Îranê, bûye sedema bilindbûna hejmara kesên hejar û bê mal. Li paytexta Îranê Tehranê her sala diçe asta hejariyê zêdetir dibe. Rejîma Îranê jî timî hewl dide ku van rastiyan ji raya giştî veşêre.

 

Li paytexta Îranê Tehranê ji ber hejmarî û bêderfetiyê hejmara kesên li derve dijîn, cihên kavil û xerabe de dimînin astek herî jor de ye. Vê rewşê hemû gelên Îranê weke Fars, Kurd, Ereb, Efgan û pêkhateyên din girtiye nava xwe.

 

Kesên ku şev û roj li quncikên kolan û ser cadeyan dijîn, carna di cihek pir biçûk de bi dehan kes an malbatek, jin, zarok û kal dijîn. Ji bo wê jî, li gel mirov pirsa dema ku qala goran tê kirin, mirov ditirse, bes ew kesên di gorên ji bo miriyan hatine hazirkirin de, dijîn jiyanê çewan dibînin? Yanî dikarin ev gorên bûne malên kesên dijîn, bi mirina her kesekî re, kesek bê mal dibe.

 

Li gor bîlançoyên nefermî zêdetirê ew kesên li kolanan dijîn, li bajarên weke Meşhed, Îsfehan, beşek zêde jî li bajarên mezin ên Îranê ku ketine nava karanîna madeyên hişber, bi taybet li Tehranê qala nêzî 20 hezar kesên di vê rewşê de dijîn tê kirin.

 

Piştî hatina hikûmeta ‘Komara Îslamî’ li ser desthilatdariyê, hejmara kesên li derve dijîn û hejarî du qat zêdetir kir. Ev jî diyar dike ku ev desthilate dixwaze bi vê rêbazê û bêdengkirina gel temenê xwe hîn dirêjtir bike.

 

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here