HEWLÊR/ ROJNEWS

 

Piştî civîna çend saetan a endamên Meclisa Komisyaran  li nav Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Referandoma Herêma Kurdistanê, berdevkê Meclisa Komisyaran Şêrwan Zirar daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Şêrwan Zirar diyar kir ku Meclisa Komisyaran biryar daye ku hilbijartinên  30’ê Îlonê yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi heman şêweyê pêştir be û deng bi dest bên hejmartin û got; “Komisyon ji bo pêşî girtina li sextekariyê wê hemû rêyan bikar bîne.”

 

Hêjay gotinê ye ku pêştir her yek ji Tevgera Goran, Komeleya Îslamî, Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê, Yekgirtûya Îslamî û Tevgera Îslamî daxwaznameyek pêşkêşê komisyonê kiribû ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û hejmartina dengan, bi dest bê kirin.

 

Ev daxwaza van aliyan jî piştî pêkhatina hilbijartinên parlamentoya Iraqê ya di 12’ê Gulanê de ku sîstema elektronî hate bikaranîn. Van aliyan nerazîbûn nîşa encamên hilbijartinê dan û diyar kirin ku ‘sextekarî’ hatiye kirin.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here