NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeyên rojnameyên fermî yên Îranê, li bajarê Meşhed ê rojhilatê Îranê şebekeyek a firotina zarokan ku ji 26 kesan pêk tê hatiye girtin. Heya niha 6 zarok ji aliyê vê şebekê ve hatine firotin.

 

Beriya niha demek jin û zilamek ciwan, zarokek ku li ber singa wî bû çûne rêveberiya nasnameyan ya bajarê Yezd û diyarkirine ku li Meşhed zarokê wan çêbûye û dixwazin nasname ji bo wî bigrin. Piştî ku eşkere bû belgeyên wan sextene, polîsan dest bi lêkolîna li ser mijarê kiriye.

 

Li gorî lêkolînên polîsên Îranê kirîn, ew jin û zilamê ku zarok anîn, li Meşhed ji kesek bi navê Xatû Diktor bi 30 milyon tumen kirine.

 

Piştî ku ev bûyer hat zanîn, polîs ketin dûv vê yekê. Di encama lêkolînên polîsan de 26 kes hatin girtin. Herwiha hat zanîn ku xwişkek ya cêwika wî zarokî pêş 15 rojan bi 28 milyon tumen hatiye firotina malbatek din.

 

Her wiha polîsan diyar kir ku Xatû Diktor berpirsê şebekeya 26 kesî ye. Heya niha li ser wan firotina 6 zarokan eşkere bûye. Dibe ku ev hejmar zêdetir jî bibe.

 

Lêkolîna polîsan li ser bûyerê didome.

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here