Li Kerkûkê DAIŞ’ê êrîşî Heşdî Şebî kir: 3 çete hatin kutin

31

 

 

KERKÛK / ROJNEWS

 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên  hêzên ewlehiyê hatine girtin, vê êvarê çeteyên DAIŞ'ê li gundê Elehnefî yê navçeya Hewîce ya Kerkûkê êrîşî Tabûra Ebasî ya ser bi hêzên Heşdî Şebî kirin.

 

Li gorî heman çavkaniyê, çeteyên DAIŞ'ê bi êrîşên xwekujî êrîşên giran pêk anîne, şer û pevçûnên dijwar li wê herêmê rû dane.

 

Hate ragihadin ku di şer û pevçûnên heta niha dem dem berdewam dike de, 3 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin ku duyan xwe teqandine. Herwiha 3 endamên Heşdî Şebî jî birîndar bûne.

 

Li gorî agahiyên ji hêzên ewlehiyê hatine girtin, li herêmê hêzên Heşdî Şebî dest bi operasyonê kirin.

(ab)