Li Reqayê ji gorên komî 900 cenaze hatin derxistin

32

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeya ANHA’yê, Komîteya ji Nû ve Avakirina Reqayê ji 9’ê Çileyê ve di xebatên li bajarê didin meşandin de heta niha ji gorên komî 900 cenaze derxistine.

 

Ji gorên komî yên li derdorî Stada Raşîdî ya li bajar, herî kêm 600 cenaze hatiye derxistin.

 

Bijîşk  Ebdulreûf Ehmed ê ji ANHA’yê re axivî, diyar kir ku ji saetên sibê ve dest bi xebatan kirine, anî ziman ku piranî cenazeyên tên derxistin nayên naskirin. Ehmed destnîşan kir ku piraniya cenazeyan ji jin û zarokan pêk tê. Ehmed diyar kir ku piştî zelalkirina nasnameyan û şûnde wê li goristana bajar veşêrin.