ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Sibe saet 09:00’ê li salona Tewar a bajarê Silêmanî, bi tevlîbûna ciwanên ji herçar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, 1’emîn konferansa ciwanên Rojhilata Navîn bi dirûşmeya ‘Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên ciwanan û rêyên çareseriya demokratîk’ tê lidarxistin.

 

Ji bo konferansê nûnerên nêzî 30 hizib û rêxistinan ji herçar parçeyên Kurdistanê, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Îranê hatine vexwendin. Biryare ku di navbera 300 heya 400 delege û mêvan tevlî bibin.

 

Di konferansê de li ser pirsgirêkên ciwanan û çareseriya wê du panêl wê bên pêşkêşkirin. Li ser xebata ciwanan li Rojhilata Navîn kurte filmek wê bê temaşekirin.

 

Bernamyên konferansê bi zimanên Kurdî (Soranî û Kurmancî), Erebî û Tirkî bên pêşkêşkirin.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here