NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Parlamentoya Israîlê biryar da ku qirkirina Ermeniyan a 1915’an bixe rojeva xwe.

 

Serokê Partiya Merez a ku bi meyla çepgiriyê ye, Tamar Sandberg ev mijar anîbû rojevê û roja Çarşemê di dengdanê de hate qebûlkirin.

 

Li gorî rojnameya Haaretzê bi 16 dengan hate qebûlkirin ku li Meclîsê, naskirina qirkirina Ermeniyan a bi rengê ‘qirkirin’ê bibe rojev.

 

Lê hê diyar nîne ka wê nîqaşa li ser mijarê kengî bê kirin.

 

(bz)

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here