NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî ajansa ANHA'yê, Yekîneyên Istîxbaratên Teybet ên QSD'ê di çalakiyeke taybet ku roja 19'ê Gulanê pêk hat de komeke çeteyên DAIŞ'ê bi saxî girtin. Di nava  çeteyên hatine girtin de serçeteyê herî xeter di nava DAIŞ'ê de Adrian Lionel Kayali (Ebû Usama) yê Fransî  jî hebû. Destê Kayali di êrîşa terorîstane ku di Mijdara sala 2015'an de li Parîsê pêk hat de hebûn. Her wiha destî wî di êrîşa bajarê Nis ê Fransayê ku di 14'ê Tîrmeha sala 2016'an de pêk hat de hebû. Dema Kayali hate girtin hevjîna wî jî li gel wî bû.

 

Serçeteyê DAIŞ'ê Adrian Lionel Kayali (Ebû Usama) di sala 1983'an li Fransayê hate dinê, di sala 2003'an de misliman bû û ket bin bandora fikrê cîhadî. Di sala 2010'an de li Firansa bi tewana tevlî rêxistineke terorist bûye hate girtin, paşê hate berdan. Di 6'ê Adara sala 2015'an de di deriyê sînor ê Girê Spî di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê bû.

 

Piştî çeteyên DAIŞ'ê derbeyên giran xwarin û gelek bajar û bi taybet Reqa ji destê wan derket, Ebû Usama El-Fransî xwe li herêma Reqayê veşart û li bendê bû ku derbasî Tirkiyeyê bibe da ku ji wir berê xwe bide Ewropa. Lê Yekîneyên taybet ên QSD'ê di encama şopandinê de ew bi saxî girt.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here