NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Rêberê Tevgera Sedr Mukteda Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku îro, wêneyê hikûmet temam dibe û çend karên kêm maye temam bibe.

 

Sedr di berdewama axaftina xwede dibêje, ew hikûmeta ku ava dibe ne hikûmeteke Şîe ne jî sûniye, ne Erebiye ne jî Kurdiye, ne netewî ye ne jî eşîrîye û daxuyakirin ku hikûmeteke tevahî Iraqê îfade dike ye. Her wiha mûxalefeteke saxlem a aşitîxwaz di têde heye.

 

Sedr dibêje, wan ji bo avakirina hikûmetê nêrîna dezgehan, eşîran, pêkhateyên cûda yên gel wergirtiye û got ku wê ev hikûmeta ava bikin gendelkaran ceza bike.

 

Piştî hilbijartinên parlementoya Iraqê ya di 12’ê Gulanê de pêk hat, lîsteya Sairun ya dibin serokatiya Mukteda Sedr de li seranserê Iraqê bû yekemîn. Ev lîste ji 329 kursiyên parlementoyê karî 54 kursiyan bidest bixe. Niha jî ji bo avakirina hikûmetê xebatek û trafîkeke zêde ya diplomatîk di navbera hêzên Iraqî û Herêma Kurdistanê de heye. Piştî ku Dadgeha Federalî encamên hilbijartinê bi awayeke fermî pejirand şûn ve dive dinava 10 rojan de parlementoya nû kom bibe û serokê parlementoyê hilbijêre. Paşê di nava 15 rojan de pêwîste serokkomarê Iraqê were hilbijartin. Serokkomar jî div ê di nava 15 rojan de bi aliyê herî zêde yê parlementoyê hikûmeta nû ava bike.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here