Şerbeta Mewîjan di Remezanê de herî zêde tê tercîhkirin

35

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ ROJNEWS

 

Li Başûrê Kurdistanê şerbeta mewîjan xwezayî ye. Yek ji vewarinên ku herî zêde di meha Remezanê de tê kirîn û firotin, şerbeta mewîjane.

 

Li Başûrê Kurdistanê piştî ku tirî ji rezan tê komkirin, beşek ji bo xwarin û beşek jî tê hişkirin. Her wiha beşek ji bo çêkirina şerbetê tê veqetandin.

 

Piştî di werza Havînê de mewîj tên nimandin û piştî demek bi rêya amêrên taybet ava wan tê girtin. Piştre jî bi rêjeyek kêm şekir, madeyên reng tên xistina nav û şerbeta taybet a xwemalî jê tê çêkirin.

 

 

Mihemed Hewramî ku welatiyek ji bajarê Helebce ye û ji sala 1975’ê ve şerbeta mewîjan çêdike û di firoşe, li ser karê xwe ji RojNews re wiha axivî; “Di salekê de nêzî 6 heya 7 tonan em mewîjan dikin şerbet. Di meha Remezanê de ev rêje ji mehên din zêdetire.”

 

 

Her çendî ku şerbeta mewîjan ya welatên biyanî li bazarên Başûrê Kurdistanê bên firotin jî, lê ji ber di meha remezanê de welatî zêdetir giringî didin tenduristiya xwe, şerbeta xwezayî ya xwemalî dikirin.

 

Welatiyek din ê bajarê Helebce Zanyar Kokoyî bal kişande ser giringiya vexwarina şerbeta mewîjan û got; “Şerbeta mewîjan dihêle ku rêjeya avê û şekir di nava bedana mirov de zêde bibe. Ji bo wê jî gelek malbat di sifreyên xwe yên dema fitarê de şerbeta mewîjan dadinin.”

 

 

Sûdên şerbeta mewîjan:

 

-Di nava şerbeta mewîjan de hesin, kalsiyom, fisfor û karbûnhîdrat pire. Ev jî dihilên ku xwegirtina bedana mirov hîn zêdetir bihêz bibe.

 

-Çareseriya nexweşiyên weke hişkbûna demarên xwînê, bihêzkirina dil, kêmkirina nexweşiya hişbûna xwînê, dengekirina xwînê û kêmxwîniyê.

 

 

-Ji bo kesên kevir li ser gulçîskên wan heye başe, ji bo xistina kevir li ser gulçîskê alikare.

 

-Ji bo nexweşiya kolonê başe.

 

-Ji bo kesên nefestengî heya bi sûde.

 

-Ji bo çareseriya nexweşiyên romatîzim û serêşiyê baş e.

 

 

 

 

 

 

 

(rn)