ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Dewleta Tirk baregeh û navendên xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêde kirine. Bi rojane gund û sînorên Başûr bombebaran dike. Heya niha li hemberî vê hikûmeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê ti helwestek cidî nîşan nedaye.

 

Di derbarê êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê de, nivîskar Selah Ebdulqadir Reşîd ku ji ajansa me re axivî, got ku zêdebûna baregeh û navendên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, taybetî herêma Behdînan dervey yasa û destûrê ye. Reşîd diyar kir ku Tirkiye bê guh bide Iraqê, sînor derbas kirine.

 

Reşîd axaftina xwe wiha domand; “Dewleta Tirk li gor dixwaze baregeh û navendên xwe li ser xaka Başûr çêdike, herêmên sînor bombebaran dike. Li hemberî vê ti kes jî helwest nîşan nade. Wezareta Derve ya Iraqê daxuyaniyek nivîskî dide, lê ti helwestek pratîkî nîşan nade.

 

Niha gelek herêmên sînor di bin metirsiya bombebaranên Tirkiyê de ne. Li van herêman welatiyên sivîl dimînin. Tirkiye şerê PKK’ê nake, şerê gelekî dike.”

 

Li ser bêdengiya hikûmeta Iraqê jî Reşîd got; “Iraq van herêman weke beşek ê xwe nabîne. Ger li van herêman weke Kerkûk û herêmên din petrol lê heba, wê Iraq xwedî lê derketiba. Iraq hikûmeta Herêma Kurdistanê jê berpirs dibîne. Hikûmeta Herêmê jî naxwaze peywendiyên xwe li gel Tirkiyê xerab bike.”

 

Di dawiyê de jî nivîskar Selah Ebdulqadir Reşîd diyar kir ku ger Iraq bixwaze dijî êrîşên Tirkiyê helwest nîşan bide, bi qutkirina berjewendiyên aborî yên Tirkiyê dikare helwestek cidî nîşan bide.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here