ROJNEWS/ŞENGAL

 

Sibe saet 09:00’an de li salona Tewar a bajarê Silêmanî, bi tevlîbûna ciwanên ji herçar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, 1’emîn konferansa ciwanên Rojhilata Navîn bi dirûşmeya ‘Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên ciwanan û rêyên çareseriya demokratîk’ tê lidarxistin. Ji bo konferansê nûnerên nêzî 30 hizib û rêxistinan ji herçar parçeyên Kurdistanê, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Îranê hatine vexwendin. Biryare ku di navbera 300 heya 400 delege û mêvan tevlî bibin.

 

Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) jî wê beşdarî 1. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn dibe.

 

 Li navenda bajarokê Xanesorê yê Şengalê YCÊ bi daxuyaniyekê ragihand ku wê beşdarî konferansê bibin. Daxuyaniya ji aliyê endamê YCÊ Elî Hemed ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, "Em wek ciwanên Êzidî tevlî 1. Konferensa ciwanên Rojhilata Navîn dibin, armanca me ji tevlîbûna vê konferensê ewe ku em yekîtiya ciwanan li Rojhilata Navîn xurt bikin û planên qirêj ên li ser Rojhilata Navîn tên meşandin têk bibin."

 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin,"Em jî li ser navê civaka Êzidî wek ciwan tevlî konferensê dibin. Em dixwazin hêz ji vê konferensê bigirin û em hêz jê bidin û ji bo xizmeta gelê xwe têbikoşin. Em karibin êşa ku civaka Êzidî dîtî, bi cihanê bidin naskirin."

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here