Balafirên şer herêma Amêdiyê bombebaran dikin-HAT NÛKIRIN

50

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên gundên bajarokê Dêrelokê ya ser bi navçeya Amêdiyê ji saet 15:30'an ve bombebaran dikin. Li gorî heman çavkaniyan, herêma Nêwrê, Rêkan, Berwarî û gundê Guherzî yên bajarokê Dêrelokê ya Amêdî ya ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.

 

Hate ragihandin ku balafiran herêmên sivîlan bombebaran dikin û li nêzî gundê Guherzî rûket berdane.

 

Heya amadekirina vê nûçeyê jî bombebaran didoma.