NAVENDA NÛÇEYAN

 

Dadgeha Edlî ya Herêma Dîlokê, ji doza ku di raya giştî de weke ‘Doza Giştî ya KCK’ê’ tê nasîn û gelek Kurd jê tên darezandin, di derbarê 139 bersûcan yên ku nerzîbûna ji bo biryara dadgeha herêmî diyar kiribûn de, biryara erêkirina ceza hate dayîn. Di nava siyasetmedarên Kurd de jî, namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê jî hene.

 

Ji doza ku 4’emîn Odeya Ceza, 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, ku 190 kes  tên darezandin û derbarê 145 kesan de biryar da, nerazîbûna 139 kesan tê nirxandin.

 

Dadgehê cezayê 18 sal ên ji bo Ercan Sezgîn, Şinasî Tûr, Ahmet Makas, Mazlûm Takdag, Mukaîl Karakûş, Umît Aydin, Seda Akbaş Can, Alî Şimşek, Necdet Atalay, Abdullah Demîrbaş, Olcay Kanlibaş, Tuncay Korkmaz, Tayip Temel û Ercan Akyol hatibû dayîn di cih de dît û erê kir.

 

Cezayê9 sal ê ji aliyê dadgehê ve di derbarê Hasan Huseyîn Ebem, Abas Çelîk, Zulfîkar Karatekîn, Nadîr Bîngol, Ahmet Erdem, Cibrahîl Kurt, Yûrdsev Ozsokmenler, Mehmet Hatîp Dicle, Nîhayet Taşdemîrî Pinar Işik, Elîf Kaya, Yuksel Baran, Pelguzar Kaygisiz, Pero Dundar, Sara Aktaş, Zahîde Besî, Mûsa Farîsogûllari, Adîl Erkek, Mahmût Okkan û Bûrhan Karakoç de hatibû dayîn jî hate erêkirin.

 

Heyeta dadgehê îtiraza  6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê Demîr Çelîk, Mehmet Tarîh, Hasan Firat Uner, Hasan Îraz, Celal Yoldaş, Ahmet Ertak, Firat Anlı, Selîm Sadak, Huseyin Kalkan, Songul Erol Abdîl, Etem Şahîn, Emrûllah Cîn, Fîkret Kaya, Aydin Bûdak, Leyla Guven, Gulcan Şîmşek, Nûran Atli Soyler, Abdûllah Akengîn, Şeyhmûs Bayhan, Ahmet Zîrek, Engîn Kotay, Kerem Dûrûk, Esma Guler, Ozlem Yasak, Rojda Balkaş Akyuz, Mesût Çetîn, Ramazan Odemîş, Ramazan Deve, Mûharrem Erbey, Tûncay Ok, Ahmet Îlhan ve Mûstafa Dogrû red kir.

 

Heyeta Dadehê biryara beratê ya Ebrû Gunay, Sîracettîn Irmak, Servet Ozen, Bahrî Çeken, Hasan Înatçi, Rahmî Ozmen, Ahmet Cengîz, Huseyîn Bayrak, Haci Erdemîr, Heval Erdemlî, Îhsan Ûgûr, Sebahattîn Dînç, Selahattîn Elçî, Kazim Kûrt, Garîp Kandemîr, Zora Erdede, Zeynep Boga, Takîbe Tûrgay, Alaattîn Aktaş, Fethî Sûvarî, Mehmet Devîren, Nizamettîn Onar, Zeynel Mat, Atîlla Koca, Mehmet Nesîp Gultekîn, Aygul Arat, Resûl Erkaplan, Abdûlserdest Tan, Serdar Zîrek, Abdûllah Aflatûn, Abdûrrahîm Barandag, Abdûllahhalik Katar, Abdûlgafûr Şen, Ekrem Elbat, Gulîstan Dehşet ve Ahmet Turk erê kir.

 

6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê têkildarî Ferhan Turk ji ber delîlên pêwîst nehate dîtin hate xirab kirin.

 

Dadgehê ji bo Zubeyde Zumrut 5 sal, Mehmet Guzel û Mehmet Akunger 4 sal 8 meh û  7 roj ceza dan.

 

Dadgehê dîsa 6 sal 9 meh cezayê ji bo Abdûrrahîm Tanriverdî, Mûstafa , Osman Ocaklik, Nazim Çaglak û Turkî Guletekin û ji bo Mûrat Tûgrûl 5 sal 7 meh 15 roj cezayê ku hatibû dayîn di cih de dît.

 

Dadgehê biryara beratê ya ji bo Veysel Yildirim û Adnan Bayram jî di cih de dît.

 

Heyeta dadgehê 1 sal û 2 meh cezayê girtîgehê ji bo Ahmet Cengîz û Mehmet Hatîp Dîcle û cezayê bi pere 600 lîre biryara ji nûve were nirxandin da.

 

Li aliyê din Pero Dundar, Leyla Guven, Ebrû Gunay û Mûsa Farisogûllarî namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê ne.

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here