SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro li Mizgefta Ehmedî Hacî Reşîd a bajarê Silêmaniyê taziya yek ji damêzrênerên YNK’ê Adil Mûrad hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî taziyê bûn.

 

Di merasîmê de Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm, gelek wezîrên pêştir ên Iraq û Herêma Kurdistanê, endamên polîtburoya YNK’ê, parlamenterên Herêma Kurdistanê û Iraqê amade bûn. Her wiha hejmarek zêde ya welatiyan jî tevlî merasîma sersaxiyê bûn.

 

Sekreterê encûmena navendî yê YNK’ê û yek ji damêzrênerên YNK’ê Adil Mûrad di temenê xwe yê 69 saliyê de ji ber nexweşiyê li nexweşxaneya Elmanya ya dihate dermankirin çû ser dilovaniya xwe. Duh cenazeyê Adil Mûrad ku anîn bajarê Silêmanî, bi merasîmek girseyî li Girdî Selîm Beg bajarê Silêmaniyê spartin axê.

 

 

 

 

 

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here