‘Biryara dadgehê ya li ser Tirkiyeyê, çekeke exlaqî ye’

27

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Dadgeh 15-16'ê Adarê li paytexta Fransa Parîsê pêk hatibû û dewleta Tirk ji ber sûcên dema nêz ên li dijî gelê Kurd kiriye, mehkeme kiribû. Encama vê darizandinê jî 24'ê Gulanê roja Pêncşemê il Parlamenta Ewropayê bi konferansekê hate eşkerekirin. Biryar ji aliyê heyeteke ji heft dadgeran ve hate eşkerekirin ku serokê vê heyetê Philippe Texier e. Texier destnîşan kir ku wan dewleta Tirk bi kirina sûcê şer û sûcê dewletê mehkûm kirine. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Fermandarê Artêşa Duyemîn ê wê wextê General Adem Hûdûtî weke berpirsyarên sereke yên vî sûcî nîşan dan.

 

Biryara me zelal e: Sûcê şer û sûcê dewletê hatine kirin

 

Dadger û parêzvanê mafên mirovan Philippe Texier encamên gengaz ên biryarê ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku piştî guhdarîkirina li şahidan û lêkolînkirina belgeyan ew gihîştin vê encamê: "Biryara me zelal e. Sûcê şer û sûcê dewletê hatine kirin. Erdogan ji vê yekê berpirsyar e. Ev yek gelekî zelal e."

 

Texier bi bîr xist ku vê gavê mekanîzmayeke navneteweyî ya ku karibe Tirkiyeyê mehkeme bike nîne û got, "Weke ku tê zanîn, Dadgeha Gelan a Daîmî dadgeheke ramanî ye ku hêza xwe ya bicihanînê nîne. Dadgeheke exlaqî ye."

 

Texier destnîşan kir ku biryara wan girtine biryareke wijdanî ye û bi dewamî got, "Ev darizandin, ji bo mehkûmkirina Tirkiyeyê ji aliyê wijdanî ve, dikare li saziyên navneteweyî, li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê bê bikaranîn."

 

Dadger Texier wiha dewam kir: "Ev dadgeh xwedî hêzeke polîsan nîne ku karibe li dijî dewletekê bixe nava liv û tevgerê. Lê belê dikarim vê yekê bêjim; çekek exlaqî ye ku ji aliyê aktîvîstan ve, ji aliyê gelê Kurd ve û ji aliyê her kesên dixwazin vê têkoşînê bidomînin dikare bê bikaranîn."

 

Tirkiye dikare bi çi rengî bê darizandin?

 

Serokê heyeta dadgehê, bandora biryara wan a li ser wijdan jî wiha anî ziman:

 

"Ez zanim, yên ku dikarin vê biryarê bi kar bînin ew kes in ku vê têkoşînê didin. Me nêrînek ji şêweyekî darizandinê danîn holê. Em dadgehek in ku tenê hêza xwe ya exlaqî heye. Ji niha û pê ve bar dikeve ser milê gelê Kurd, parlamenter, siyasetmedar û her kesên dixwazin vê biryarê il dijî dewleta Tirk bi kar bînin. Dibe ku piştre biçe ber destê dadgehek navneteweyî ya rasteqîn. Pirsgirêk ev e; Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne dewletan, lê şexsan mehkûm dike. Di nava Dadgeha Ceza ya Navneteweyî de jî Tirkiye nîne."

 

Gelo di rewşeke wiha de wê dewleta Tirk ti carî neyê darizandin?

 

Texier vê bersivê dide pirsê: "Divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dest biavêje mijarê. Tirkiye ji ber ku Statuya Romayê, statuya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî qebûl nekiriye, normal nikare bê darizandin. Rewşeke bi vî rengî ancax bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikare pêk were."

 

Dadgeha gelan a Daîmî

 

Dadgeha Gelan a Daîmî ku dadgeheke wijdanî ye, yekemcar 24'ê Hezîrana 1979'an li Bolognayê ava bû. Weke model, dadgeha Russelê ji xwe re esas digire, ku ew dadgeh ji aliyê Bertrand Russel û Jean-Paul Sartr ve ji bo darizandina sûcên Amerîkayê yên li Vietnamê hate avakirin. Dadgeha Gelan meşrûiyeta xwe jî dispêre deklarasyona li ser mafên gelan ku ji aliyê saziyên navneteweyî ve hatine qebûlkirin.

 

Der barê Tirkiyeyê de kîjan biryar hatin standin

 

Biryarên ku ji aliyê dadgehê ve hatin girtin:

 

1- Dewleta Tirk, hebûn û nasnameya gelê Kurd înkar kir, nasnameya Tirk li ser ferz kir, li dijî otorîteya dewleta Tirk weke gefekê dît, li derveyî jiyana siyasî, aborî û çandî ya welêt hişt. Bi vî rengî ji înkarkirina mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe berpirsyar e.

 

2- Li gorî delîlên berfireh ên li ser bûyeran pêşkêşî dadgehê hatin kirin, dewleta Tirk di navbera 1'ê Çileya 2015-1'ê Çileya 2017'an de ev sûc kirine: a- Li gelek bajarên li başûrê rojhilat ê Anatoliyê di dema şer de komkujî kir, nifûsa Kurdan koçber kir, bi vî rengî nîşan da ku dixwaze gelê Kurd ji aliyê fîzîkî ve tine bike û sûcê şer kir. b- Li Tirkiyeyê û di serî de Fransa li derveyî welat, bi hêzên ewlekariyê û servîsên veşartî cînayet, kuştinên kiryar nediyar û windakirina bi zorê kir. Bi vî rengî sûcê dewletê kir.

 

3- Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi taybetî ji sûcên şer û sûcên dewletê yên li bajarên başûrê rojhilat ê Anatoliyê qewimîne berpirsyar e. Daxuyaniyên Erdogan û helwesta wî ya giştî ku Kurd û rêveberên wan ên li herêmê weke 'terorîst' nîşan da, kir ku hêzên polîs û leşkeran li dijî şervanan û gelê sivîl şîdeteke bê sînor bi kar bînin. Ev şîdet teşwîq û rewa kir. Fermandarê Artêşa 2. a Tirkiyeyê General Adem Hûdûtî, weke rêveberê bingehîn ê operasyonên hêzê leşkerî, polîs û milîsên paramîlîter, ji sûcên hatine gotin yekser berpirsyar e.