Dayika Penahî bang li YE’yê kir: Rê nedin darvekirinê

32

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Dayika girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî, Daye Şerîfe nameyek pêşkêşî Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherînî kir.

 

Di namyê de wiha tê gotin; "Ev nameya dayikek li bajarokekî biçûk ê Kurdistana Îranê ye, nameya dayikek her roj, ji bo tirs, sedemê vê jî ewe ku li girtîgehekî nêzîk, biryare piştî meha Remezanê beşek ji dilê wê sêdarê bide. Dizanî wateya wê çiye? Li ser vê karasatê dihizirim ji bo bizanim ji peyva 'sêdarê'

 

Ez dayikek êş xwerim, sê sale derdên min nehatine darman kirin. Gelek salin ez li pey zarokên xwe me, ew zarokên behsa edalet û yekîtiyê dikin, kirîne û hewldanê ji bo dikin, lê li vir her tişt qedexeye, em li dojehê de dijîn. Jiyana min ya van rojan, weke ez di dojehê de bim.

 

Ramîn Hisên  Pehanî ku ez piştrastim ku we navê wî bihistiye û wêneyên wî yê dawiyê yê heskirina mine, Ramîn her şaşiyek kirîbe, cezayê wî neyê darvekirinê ye. Gelo ev axaftinekî neheqe ez dikim? Ramîn çalakvanekî siyasî ye ku ji bo çarçoveyekî derew a berfireh saz kirine, wê ji bo vê sedemê di van nêzîkan de darve bikin. Daxwaza min ewe ku hûn ligel berpirsên Îranê diaxivîn û danûstandinê dikin, daxwaza betalkirina biryara darvekirina Ramîn bikin û li Dadgeha Ewropa de dadgeh bikin.

 

Bibawerim hûn dikarin!

 

Ez dizanim ji bo zarokê min ê biçûk Ramîn ev rojên henê gelek nexweş û astengin. Xwe bikin li şûna min de, karekê bikin ku ev karasat rû nede. Bibawerim hûn dikarin.  Banga min eve, hewldanên xwe yên cidî ji bo rawestandina vê biryarê bidin. Rê nedin Ramîn were darvekirin."

 

Cezayê dervekirinê yê li Penahî hatî birîn!

 

 

Ramîn Hisên Penahî xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. 23'ê Hezîrana 2017'an komek ji 4 kesî ya pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îranê li nav bajarê Sine ketine kemîna hêzên pasdarên Îranê. Di encamê de 3 pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Hisên Penahî jî bi birîndarî kete destê hêzên Îranê. Niha jî cezayê darvekirinê li Pehanî hatiye birîn.

 

Hêjayî gotinê ye ku heya niha gelek rêxistinên xwe cihî û navneteweyî nerazîbûna xwe li hemberî cezayê Ramîn nîşan dane. Rêxistinan ji Îranê xwest ku cezayê Ramin Hisên xira bike. Lê heya niha Îran ti bersivek erênî nedaye.