Encamnameya konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn hat eşkerekirin

39

 

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro saet 10:00’an de li Salona Tewar a bajarê Silêmaniyê Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi dirûşmeya ‘Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên ciwanan û rêyên çareseriyê’ bi tevlîbûna 300 delege û zêdetirê 100 mêvanan destpê kir. Di saet 18:00'an de konferans bi eşkerekirina encamnameya ji 12 xalan pêk dihat bi dawî bû.

 

Ji bo konferansê nûnerên nêzî 30 hizib û rêxistinan ji herçar parçeyên Kurdistanê, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Îranê hatine vexwendin. Ciwanên ji pêkhateyên cuda beşdarî konferasnê bûn. Di konferasnê de ciwanan pirsgirêkên ciwanan û rêyên çareseriyê nîqaş kirin.

 

Di dawiya konferansê de encamnameya ji 12 xalan pêk dihat, hat eşkere kirin.

 

Xalên di encamnameyê de hatî, konferansê wiha ne;

 

1. Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku têkoşîn ji bo azadiya ciwanan û gelên Rojhilata Navîn kiriye, were armanc girtin.

 

2. Desthilatdaran û dewlet ku sedemên sereke yên pirsgirêkên Rojhilata Navîn in, wê ciwanan bi xwe rêxistinkirinê li hember rawestin.

 

3. Ev konferans azadiya jin û jîngehparêziyê di têkoşîna xwe de bingeh digire.

4. Li dijî hemû cure êrîşên modernîteya kapîtalîzmê berxwedanê bi rê ve dibe.

 

5. Li hemberî saziyên herêmî û cîhanî yên neteweperest têkoşîna çalak bi rê ve dibe.

6. Li dijî hemû êrîşên biyanî yên li ser Rojhilata Navîn têkoşîna bi rêxistin bingeh digre.

7. Li ser bingehê  'Azadiya Kurdistan, azadiya Rojhilata Navîn e, azadiya Rojhilata Navîn jî azadiya Kurdistanê ye' berxwedanê û şoreşê bi rê ve dibe.

8. Bi hev re jiyanbûna gelan û olên Rojhilata Navîn bingeh digire.

9. Li hemberî êrîşên qirkirina çandî ku li Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê pêk tên, bi jiyana çanda û hunerî û çanda civaka demokratîk emê li hember rawestin.

10. Emê koordînasyona hevbeş ava bikin, ji bo lidarxistina konferansa ciwanên Rojhilata Navîn.

11. Parastina zaravayî Zazakî ku rastî qirkirinê hatiye.

12. Li ser navê ciwanên Rojhilata Navîn kovarek were derxistin.