SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro saet 10:00’ê îro konferansa ciwanên Rojhilata Navîn bi dirûşmeya ‘Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên ciwanan û rêyên çareseriya demokratîk’ li bajarê Silêmanî destpê kir. Ciwanên ku ji herçar parçeyên Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn tevlî konferansê bûn.

 

Yek ji jinên ciwanên ên ji Bakûrê Kurdistanê tevlî konferansê bûyî, Mercan Kabul ji RojNews re axivî û got; “Weke ciwan em xwedî hêzin. Divê em ciwan bi hêza xwe ya niştîmanî bikin yek û vê nişî dagirkeran bidin. Vê konferansê bikin gavek ji bo vê.”

 

 

Her wiha ciwanê Êzidî yê bi navê Bedran Celal têkildarî konferansê wiha got; “Em ciwanên Êzidî ne xwedî rêxistin bûn. Ji bo wê jî em rastî karasta navxweyî ya bi destê çeteyên DAIŞ’ê hate kirin bûn. Ji ber wê jî, weke Êzidî û weke ciwanên Rojhilata Navîn pêwîstiya me birêxistinbûnê heye. Ev konferanse gavek giringe ji bo rêxistinbûna ciwanan.”

 

 

Biryare ku konferansa ciwanan heya saet 18:00’ê berdewam bike û piştî konferansê encamnameya konferansê bê xwendin.

 

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here