NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şofêrên wesayitên bar ên Îranê li dijî kêmkirina nirxê hilgirtina bar di 22’ê Gulanê de dest bi boykota karkirinê kirin, îro di roja 4’emîn de berdewam dike.

 

Greva şofêrên wesayitên bar belavî gelek parêzgehên Îranê bûne. Her wiha li hinek parêzgehan  şofêrên tankerên sotemeniyê jî dest bi grevê kirine û kar nakin. Ev greva şofêrên tankeran jî bûye sedem ku sotemenî kêm bibe û nirxê benzînê jî bilind bibe.

 

Rejîma Îranê jî ji bo cihê vê dagire, tankerên xwe yên sotemeniyê xistine cihê wan û hewl dide ku valatiya çêbûye dagire.

 

Duh şofêrên wesayitên bar li parêzgeha Şîrazîş tevlî grevê bûn.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here