Konferansa ciwanên Rojhilata Navîn destpê kir

45

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro saet 10:00’ê li Salona Tewar a bajarê Silêmaniyê konferansa ciwanên Rojhilata Navîn bi dirûşmeya ‘Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên ciwanan û rêyên çareseriyê’ bi tevlîbûna 300 delege û zêdetirê 100 mêvanan destpê kir.

 

Ji bo konferansê nûnerên nêzî 30 hizib û rêxistinan ji herçar parçeyên Kurdistanê, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Îranê hatine vexwendin. Biryare ku di navbera 300 heya 400 delege û mêvan tevlî bibin.

 

Di konferansê de li ser pirsgirêkên ciwanan û çareseriya wê du panêl wê bên pêşkêşkirin. Li ser xebata ciwanan li Rojhilata Navîn kurte filmek wê bê temaşekirin.

 

Bernamyên konferansê bi zimanên Kurdî (Soranî û Kurmancî), Erebî û Tirkî bên pêşkêşkirin.

 

Konferans heya saet 18:00’ê wê dewam bike.

 

 

 

 

 

(rn)