NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şanda YNK’ê bi serokatiya berpirsê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar çend rojbû li Bexda rêze hevdîtin pêk anîn, îro vegeriya Herêma Kurdistanê. Têkildarî naveroka hevdîtina şandê li Bexda, berpirsê polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar li Silêmanî daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Mele Bextiyar diyar kir ku ew ji bo nêrîn û fikirên hemû aliyan bizanin çûne Bexda û wê naveroka hevdîtinên xwe di civînek xwe ya polîstburoyê û rêveberiya YNK’ê de nîqaş bikin.

 

Bextiyar diyar kir ku weke YNK nikarin bêjin heya niha nêzî aliyek bûne û wiha domand; “Li nav Şîeyan de Hevpeymana Saîron û Hevpeymana Nesir nêzikbûna wan a li gel lîsteya Hîkmet heye. Li pêşber jî Hadî Amerî û Nûrî Malikî hîn nêzikî hevin. Belê hîna di navbera wan de lihevkirin nîne.

 

Emê hewl bidin ku boykotên ji bo çûna Bexda kêmtir bibin. Bexda ne ya pêş hilbijartinê ye. Em çûna Bexda boykot nakin. Boykotê rast jî nabînin. Em amadene li gel hemû aliyek projeya hevbeş çêkin. Em hewl didin li gel PDK’ê projeyek hevbeş çêkin.”

 

Bextiyar bal kişande ser serdana McGurk û got; “McGurk hatibû ku hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê tevlî projeya siyasî ya Iraqê bibin. Weke YNK em dixwazin cara bê bi şandek hevbeş a aliyan ve biçin Bexda.”

 

Li ser postê Serokkomartiya Iraqê jî Mele Bextiyar got; “Em postê serokkomartiyê mafê Kurdan dibînin. Di nava Kurdan de jî yê YNK’ê ye. Belê em amadene li ser vê li gel aliyên Kurd guftûgo jî bikin.”

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here