Meşeke berxwedêr ya ber bi azadiyê ve…

41

 

 

MEXMÛR/ RONEWS

 

Çîroka Kampa Mexmûrê ku 50 kîlometre dikeve başûrê Hewlêrê û 75 kîlometre dikeve başûr rojhilatê Mûsilê heta 24 sal berê diçe. Di sala 1993’yan dewleta Tirk ku li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê windahiyên mezin didan, berê êrîşên xwe dabûn ser gelê sivîl. Di êrîşan de bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran gund hatin valakirin û bi milyonan kes neçarî koçberiyê hatin kirin.

 

Ji ber êrîşên dewleta Tirk berê xwe dan Başûr

 

Lê belê planên dewletê yên li dijî gelê herêmên Botan û Behdînanê pir qirêjtir bûn. Leşkerên artêşa Tirk, bi taybetî gundiyên li herêma Şirnex û Colemêrgê kiribûn hedef û dixwestin hemûyan bikin cerdevan. Ji ber vê hovîtiyê bi deh hezaran kesan tiştên ku dewletê li ser wan ferz dikirin qebûl nekirin û berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

 

Gundiyên ku ji 7 salî heta 70 salî her tiştên xwe li pey xwe hiştin, di demsalên payîz û zivistanê de bi meşê û di rêya çiyayan de piştî rêwîtiya gelekî bi êş xwe gihandin axa Başûrê Kurdistanê. Di rê de ji ber serma, birçîbûn û bêaviyê bi dehan zarok, jin û kalan jiyana xwe ji dest dan. Beşek gundiyan li bejahiya navçeya Zaxo ya girêdayî Dihokê bi cih bûn, beşek jî, li Şeraniş û Bihêrê yên girêdayî herêma Heftanînê bi cih bûn. Lê belê hemûyan jî li derve di bin sermayê de têkoşîna jiyanê dan.

 

Li vir jî êrîşên dewleta Tirk dom kirin

 

 

Bi deh hezaran kesên ku derbasî van herêman bibûn, li aliyekî hewl didan ku pirsgirêka hewandinê çareser bikin, li aliyê din jî ketin nava lêgerîna pêşwazîkirina pêdiviyên jiyanî. Di van şertan de jî, gelek zarok, jin, kal û pîr nexweş ketin, jiyana xwe ji dest dan. Lê li ser vî halî jî, dewleta Tirk careke din êrîşî penaberan kir. Artêşa Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî penaberên ku li derdora Zaxo bi cih bibûn, êrîş pêk anî û xwestin ku wan ji herêmê derxînin. Di encama êrîşê de gelek kes hatin qetilkirin û penaberên li vêderê jî neçar man ku derbasî herêma Bihêrê û Şeraniş bibin. Lê vê carê penaberên ku bê parastin mabûn, bi êrîşên hewayî yên dewleta tirk re rû bi rû man. Balafirên şer yên Tirkiyeyê gelek caran her du wargehan jî bombebaran kirin û di van êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ziyanek mezin ya madî pêk hat.

 

Koçberiya 3’emîn

 

Ji ber bombebaranan, penaberên her du wargehan di sala 1994’an de neçar man ku ji vêderê derbikevin û bi rêya meşê berê xwe dan herêmên hinekî din ji li Başûr û dûrî sînor. Penaberên ku cara sêyem koçber bûn, li Bêrsîvê ya girêdayî Zaxo bi cih bûn. Penaber bi derfetên xwe derdora du mehan li vê herêmê man. Lê jiber ku şert û mercên jiyanê gelekî zehmet bûn, berpirsyarên wargehê bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin pêk anîn û xwestin ku cihekî bi ewle ji wan re peyda bikin.

 

Wargeha Etrûş

 

Di encama hevdîtinan de, Neteweyên Yekbûyî (NY) di destpêka sala 1995’an de qebûl kir ku alîkariya penaberan bike. Li ser vê yekê penaber li du wargehan hatin bicihkirin. Wargeh jî wekî Etrûşa Jor ku wekî Geliyê Qiyametê tê nasîn û Etrûşa Jêr hatin binavkirin. Li van wargehên di bin kontrola NY de, penaberan hewldan ku şertên jiyanê ava bikin. Bi hinek alîkariya NY jî hinek derfet hatin avakirin. Lê belê li vêderê carek din dewleta Tirk êrîş pêk anîn.

 

Carek din êrîşên Tirkiyeyê

 

Di sala 1995’an de PDK’ê ambargo danî li ser wargehan û nehişt ku tiştên jiyanî derbasî wargehan bibin. Her wiha hatin û çûyîn qedexe kir. Di heman salê de hêzên girêdayî PDK’ê bi destek û daxwaza dewleta Tirk êrîşî her du warhan kirin. Di êrîşan de bi dehan penaberan jiyana xwe ji dest da. Tevî ku wargeh di bin kontrola NY’yê de bûn jî, li hemberî êrîşan nerazîbûn nehatin nîşandan û tedbîr nehatin girtin.

 

 

Wargeha Nînova

 

Piştî van êrîşan NY dîsa li wargehan bicîh bû û wargeha Etruşa Jor jî anîn Etruşa Jêr. Lê vê carê di sala 1997’an de Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li dijî Tevgera Azadiyê êrîşek berfireh da destpêkirin. Di van êrîşan de wargeha Etruş jî bû hedef. PDK’ê li ser daxwaza Tirkiyeyê pêkûtî li ser wargehê kir ku bê valakirin. Jiber êrîş û pêkutiyan gelê wargehê carek din cihê xwe terikandin û vê carê berê xwe dan Nînovayê. Li vêderê jî di bin kontrola NY de wargehek hat avakirin.

 

Wargeha Nehdaran

 

Di dawiya sala 1997’an de li ser agahiya ku dê Tirkiye êrîşî wargehê bike, Nînova hat valakirin û penaberî Wargeha Nehdaran ya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Iraqê bûn. Li vêderê ji hikûmeta Iraqê hat xwestin ku di nava sînorên Iraqê de cihek ji penaberan re bê veqetandin. Penaber nêzî 2 mehan li benda bersivê man.

 

Mexmûr

 

Di sala 1998’an de hikûmeta Iraqê daxwaza penaberan qebûl kir û li nêzî navçeya Mexmûr ya girêdayî Mûsilê cihek ji bo penaberan veqetand. Li ser vê yekê nêzî 15 hezar penaber derbasî vêderê bûn. NY’yê jî wargeh bi awayekî fermî qebûl kîr û nûnertiya xwe vekir. Penaberan di nava 19 salan de li vêderê jiyanek nû ava kirin.

 

Tirkiye di her kêliyê de êrîşî koçberan kir

 

Dewleta Tirk ya dagirker di her kêlî û fersendê de welatiyên ku neçarî koçberiyê kirin, hewl da ji rêya wê ya azadiyê vegerîne û bi êrîşan qir bike. Her cihê ku bi cih bûne bi êrîş û aliyên hevkar hewl dane ku jiyanê li wan tengav bike. Lê tevî ewqas êrîş, êş û elemên jiyana koçberî û dîsa qetilkirin û talanê vî gelê berxwedêr rêya dayî pêşiya xwe devjê berneda û heta hê xurtir û bi biryartir meşa  xwe dom kir. Îro em dibînin bi sîstema xwe ya rêveberiyê ji bo gelên cîhanê bûye modela jiyanê. Ev jî encamê meşa serketin û azadiyê ye.

(rn)