BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Piştî pêkhatina hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên 12’ê Gulanê, hevdîtin û guftûgoyên aliyan ên li ser mijara avakirina hikûmeta nû destpê kirine. Mamostayê Zanîngeha Selahaddîn li Hewlêr Kameran Mentik li ser mijarê ji ajansa me re axivî.

 

Mamosta Kameran Mentik got ku piştî avakirina hikûmeta nû, li Herêma Kurdistanê qeyrana siyasî û leşkerî wê serî hilde û wiha domand; “Divê Kurd tifaqa çêbikin. Amadekariyên xwe yên ji bo rû bi rûbûna van van qeyrana bike.”

 

Li ser dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî Kameran Mentik got; “Di navbera Iraq û Tirkiyê de berjewendî heye. Ji bo wê jî ku niha leşkerên Tirk hatine nava xaka Başûrê Kurdistanê, ev jî hinceta parastina sînorên xaka Iraqê ji bo Iraqê çêdike ku bi vê rêyê desthilata Kurd li Başûr lewaz bike. Rêyeke ku Tirkiye li Başûr armancên xwe pêk bîne.”

 

Kameran Mentik dawiya axaftina xwe de got; “Mixabin piştî 16’ê Cotmehê nîvê axa Başûr ji destê me çû. Di dema pêş de metirsiyên zêdetir wê li ser gelê Kurd çêbin. Belê heya hikûmeta Iraqê ava nebe, metirsî jî diyar nabin.”

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here