Sedr: Helwesta me dijî dagirkeriyê nayê guhertin

27

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokê Hevpeymana Saîron Muqteda Sedr şevê din li ser hesabê xwe yê Twîtterê, diyar kir ku helwesta wan a li hemberî dagirkeriyê nayê guhertin.

 

Sedr li ser Twîttira xwe wiha jî got; “Ez naxwazim aligirên me di vê pêvajoyê de ji bo avakirina hikûmetê xwepêşandan bikin. Ev hewldan wê Iraqê bixwe di nava krîza şer de. Her wiha em naxwazin zererê bidin welatên cîran. Lê emê ti carî jî helwesta xwe ya li hemberî dagirkeriyê neguherîn.

 

Li dijî gendelî û mezhebiyê emê rawestin. Emê hewl bidin armancên gelên Iraqê pêk bînin, Iraqê ji rewşa hejarî û ji bin kontrola hêzên derve derxîn.”

 

(rn)