NAVENDA NÛÇEYAN

 

Biryarbû Parlamentoya Iraqê vê êvarê li ser encamên hilbijartinên 12'ê Gulanê û sextekariyên hatin kirin, bicive, lê hejmara yasayî ya parlamenteran temam nebû, lewma civîn ji bo roja Dûşemê hat paşxistin.

 

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî têkildarî mijarê ev agahî parve kirin; "Nebûna rêjeya yasayî rê nade li parlamentoyê karên yasayî temam bikin. Hêvîdarim ku wê hewldana parlamenteran berdewam be."

 

Ji hefteya borî ve ev cara sêyemîne rûniştina Parlamentoya Iraqê li ser encamên hilbijartinên tê paşxistin, ji ber temam nebûna hejmara parlamenteran.

 

Di 18'ê Gulanê de 81 parlamenteran bang li Parlamentoya Iraqê kirin ku têkildarî encamên hilbijartinên 12'ê Gulanê de ku aliyên siyasî digotin ku sextekarî hatine kirin, bicive.

 

(ab)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here