KERKÛK/ ROJNEWS

 

Îro li gelek welatên cîhanê, navçe û bajarên Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî û xwepêşandan tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de jî Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û Gencanî Welatparêzên Kurdistanê li bajarê Kerkûk daxuyaniyek dan çapemeniyê.

 

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê desteya rêveber a Gencanî Welatparêz Rêbîn Omer ve hate xwendin û wiha hate ragihandin; “Roj bi roj Erdogan gavên hîn faşîstane davêje. Di vê çarçoveyê de jî armanca sereke tinekirina destkeftiyên gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine ye.

 

Dewleta Tirk li kûderê be, xwedî heman siyaseta dijminatiya Kurdane. Îro jî siyaseta Tirk a dijî Kurdan bi pêşengiya Erdogan li ser bajarên Kurdan tê meşandin. Dewleta Tirk niha li herêma Bradost êrîşên xwe zêde kirine û ev jî cihê metirsiyê ye.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de bal hate kişandina ser tecrîda li ser Ocalan û wiha bi dawî bû; “Nêzî 20 salane Ocalan li Îmralî di girtîgehê de ye. Niha jî rê nadin kes serdan bike. Em ji civaka navnetewî daxwaz dikin li hemberî tecrîdê helwest nîşan bidin.”

 

Daxuyanî bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk bidawî bû.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here