Gelo PDK yekîtiya netewî dixwaze?

29

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Tevî ku Partiya Demokrata Kurdistanê heya niha her timî ji xebatên ji bo pêkhatina yekîtiya netewî dûr sekiniye û her timî bi partiyên Başûrê Kurdistanê re pirsgirêk û nakokî dijî jî bi daxuyaniyekî banga yekrêzî û yekîtiyê li partiyên Başûrê Kurdistanê dike.

 

Mekteba Siyasî ya PDK’ê îro, bi boneya 42. Salvegera ‘Şoreşa Îlonê’ daxuyaniyekî nivîskî weşand. PDK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku îro fersendên baş ji bo Kurdan derketine holê û got ku pêwîstî bi yekîtiya netewî ya hemû aliyan heye.

 

PDK diyar di berdewama daxuyaniya xwede wiha dibêje, “Îro fersedneke baş ji bo gelê Kurd derketiye holê. Di heman demê de fersendeke siyasî jî pêk hatiye lê, ji bo vê jî pêwîstî bi yekîtiya netewî û yek helwestiyê heye. Bûyer û pêşketinên di van demên dawiyê de li Iraq û herêmê rûdaye rewşeke nû derxistiye holê. Ji bo vê jî erkeke mezin a pêk anîna yekîtiya netewî û yek helwestiyê dikeve ser milê aliyên siyasî û zarokên gelê me da ku bikarin destkeftiyên mezin ji bo Kurdistanê bidestbixin. Her wiha ji bo metirsiyan derbas bikin û barê giran yê welatiyan sivik bikin.”

 

PDK’ê îşaret bi yekrêziya navbera partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî dike û dibêje, “pêwîste em di navxweyî de xwe bikin yek û ji bo derbaskirina  kêm û kurtiyên xwe çareserî pêşbixin.. Divê em tev hewl bidin bandora Kurdan li Iraqê zêde bikin û piştgiriyeke zêde ya navnetewî bigirin. Her wiha girîngî bi hevpeymanî, rihê berpirsyarî, peyamên hevpar, hevkarî li gel hêz û aliyên Kurdsitanê didin. Divê nexşe rêyek nû û gûncav ji bo qonaxa niha û bihêzkirina hîmên yekrêzî û rêxistinkirina navxweyî ya Kurd.”

 

Hêjayî bibîrxistinêye tevî  ku PDK banga yekîtiyê li aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dike jî di van çend rojên borî de şandeyeke PDK’ê bi awayeke cûda û serbixwe ji partiyên din yên Başûrê Kurdistanê serdana Bexdayê kir û hevdîtin li gel aliyên siyasî yên Iraqê pêk anî. Ev jî dide nîşan ku gotin bi şêweyek û pratîk bi şêweyeke din siyaseteke nakok ya pratîk û gotin hevnagire tê meşandin.

 

(bz)