ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Li Herêma Kurdistanê kuştin û xwe kuştinên mirovan zêde dibin. Sedemê vê bi rewşa aborî ya xirab û xirabûna derûniya mirovan ve tê dîtin. Hema bêje her roj mirovek hatiye kuştin yan jî xwe kuştiye. Bi qasî ku me lêkolîn kirî û nûçeyên kuştin û xwe kuştinan çêkirîn, ji serê vê salê heya roja me ya îro, dinava 146 rojan de, 146 welatiyan xwe kuştine yan jî hatine kuştin. Ev jî tê wateya ku li herêma Kurdistan her roj kesek tê kuştin yan jî xwe dikuje. Li ser vê mijarê û sedemê kuştinan pisporên aliyên civakê, çalakvanên medenî û parêzer ji RojNews re axivîn. 

 

Lêkolînvanê bowarê civakê Soran Seîd sedemê xwe kuştina welatiyan bi aboriyê ve girêda. Seîd diyarkir ku gelek welatî hene dema ku derûniya wan xira dibe serî li doktorên derûnasiyê nadin û got; “Ji bo vê dema ku mirovek nexweşiya derûnî digre, dibêje êdî xilas dawiya jiyanê ji bo wî hat. Ev yek wisan kiriye ku rêjeya xwe kuştinê bilind bibe.

 

 

Kes di dilê xwe de dibêje dema ku kuştin çêbibe wê ew derd jê xilas bibe. Ev yek ne wisane. Di roja me ya îro de çareseriya pirsgirêkên di nava kes û civakê de heye. Ji ber ku êdî yasa hene û dadgeh hene. Gelek kes dikarin birêyên cûda mafên xwe bi dest bixin. Herwiha zêdebûna çekên ne yasayî. Ev yek jî dibe sedemek yê kuştinane.”

 

Di derbarê heman mijarê de çalakvana medenî Hana Şiwan jî axivî. Li gorî Hana bi cih ne anîna yasayê dibe sedemê dûbare bûna tewanbariyê. Hana got ku pêwîstiya me bi çalakiyek mezin a hişyariyê ji bo jiyan kirinê heye û wiha domand; “Divê rêveberiyek ya ciwan û jinan hebe. Ji ber ku zêdetir kuştin di temenên ciwan de çêdibin. Divê di nava civak, rêxistin û ragihandinê de hestyariyek divê derbarê de hebe. Divê yasa rolê xwe bilîze. Ji ber ku yasa serweriya xwe naparêze.”

 

 

Hana destnîşankir ku ji ber yasa rolê xwe nalîze, bûyer hemû xwe dûbare dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Dema ku yasa vê yekê nake, wê demê ji bo çareseriyên xwe welatî bi xwe di kevin nava hewldanê de. Ev yek bi pere dan û jin dayînê tên çareser kirin. Lê dema ku ev yek bi yasa were çareserkirin wê ev bûyer jî kêm bibin. Ji ber ku welatî ji yasayê di tirsin.”

 

Parêzerê binavê Yadgar Celal yê di aliyê dadgehê de pispor jî sedemê kuştin û xwe kuştinan rexne li yasaya efûya giştî kir.  Celal got; “Dema ku kesek kesekî dikuje, yan cezayê darvekirinê lê tê birîn, yan jî mûebetê didinê. Yasaya efûya giştî dibe sedem ku ew kes ne tirse. Tenê yasaya lêborînê, dema ku aliyê beramber aştî bike tê kirin. Wê demê jî ew ceza vedighere zindanê û 15 sal ceza li wan kesan tê birîn. Tu mercek din ji bo yasaya lêborîna giştî nayê kirin. Yasaya efûya giştî zêdetir di dema hilbijartinan çêdibe. Ev jî dibe sedemê ku yasa neyê bicih kirine.”

 

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here