Li Silêmanî, Ranya û Çemçemal çalakiyên li dijî dagirkeriyê

34

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di çarçoveya 26’ê Gulanê Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya dewleta Tirk li Silêmaniyê û navçeyên Ranya û Çemçemal ên Silêmaniyê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

 

Silêmanî

 

Bi pêşengiya Meclîsa Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Silêmaniyê li ber Parka Nalî ya Silêmaniyê çalakiyek pêk hat.

Di çalakiyê de alên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û porterên Rêberê PKK'ê Abdulllah Ocalan hatin berz kirin û dirûşmeya, 'Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re' gotin.

 

Di çalakiyê de, daxuyaniya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Eniya Demokratîk a Gel, Eniya Xelk û Eniya Karkeran hatin xwendin û Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd û Zanayê Olî Mele Nadir axivîn.

 

 

Di axaftin û daxuyaniyên hatin dayîn de hat gotin ku dewleta Tirk şerekî wêrankirin û dagirkeriyê dide meşandin û li dijî hebûna gelê Kurd a li her cihî ye.

Herwiha bang li partî û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî hat kirin ku ji bo azadiya gelê Kurd û aramiya gelên herêmê helwesta xwe eşkere bikin.

 

Çemçemal

 

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî bi pêşengiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li Parka Çermo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek pêk hat.

Di çalakiyê de, daxuyaniya Rêxistina Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Kerkûkê hate xwendin. Di daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hate şermezarkirin. Herwiha daxwaz ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hate kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwest.

 

Ranya

 

Bi heman armancê li navçeya Ranya ya Silêmaniyê jî bi pêşengiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li ber Baxê Giştî yê navçeyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek pêk hat.

 

Di çalakiyê de dirûşmeyên, 'Na ji bo dagirkeriya Tirk' û 'Belê ji bo yekîtiya neteweyî' hatin berz kirin.

 

 

Herwiha di çalakiyê de daxuyaniya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hate xwendin û di daxuyaniyê de êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin û bang li qada navneteweyî hate kirin ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwest.