MEXMÛR/ ROJNEWS

 

Kevneşopiya xebatên Meclîsa Gel ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) ji pêvajoyên sala 1995’an tê. Ji wê pêvajoyê heta niha hevserokên meclîsê heta hemû endamên wê ji aliyê gel ve tên hilbijartin. Hevserokên Meclisê Mamosta Hisên Kara û Filîz Budak di derbarê kar û xebatên meclîsê de ji ajansa me re axivîn.

 

 ‘Li ser pêdiviyên gel yên civakî meclîs hate avakirin’

 

Hevserokê Meclîsa Gel Mamosta Hisên Kara sedemê avabûna meclîsê bi van gotinan anî ziman: “Berî em bên ser avabûna Meclîsa Gel ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, divê em hinek biçin sedemên avabûna wê. Berê avabûna meclîsa me, ev gelê wargehê kengê, ji kû û çima hatin li wargehek wiha bicîh bûn. Destpêkê ev gelê wargehê hemû ji ber sedemên zordariya dewleta Tirkiyê cih û warê xwe berdan û hatin li Herêma Başûrê Kurdistanê, deverên ser sînor bicihbûn. Di sala 1994’an de koçberiyê destpêkir û cihê lê kombûn, wargeh hatin avakirin.

 

Dema ku wargeh fermî ji aliyê Netewên Yekbûyî ve jî hat pejirandin, êdî ji ber hejmara zêde ya wargehê bi xwe re pirsgirêkên civakî jî anî. Ji bo çareseriya pirsgirêkan hewcehî bi avabûna meclîslê hat dîtin. Destpêkê hemû endamên meclîsê bi dengdana gel hatin hilbijartin. Di bin sêwana meclîsê de saziyên civakî yên weke rêveberiyên semtan, ewlehî, nexweşxane, dad, çand, çapemenî û gelek saziyên din hatin avakirin. Di sala 1995’an de meclîsa me ya gel hat avakirin. Ji wê pêvajoyê heta niha me gelek zor û zehmetî derbaskirin.”

 

 

‘Ji gel pêdivî hatin berhevkirin’

 

Kara  destnîşan kir kû wan her dem hewl dane li gorî derfetên xwe bibin bersiva pêdiviyên gel û wiha pêde çû: “Hinek caran dema derfetên madî yên malbatekê neba, me ji malbatên dinê kom dikir û dida wan. Bi vî awayî me hewl dida em ti malbatan bê çare nehêlin. Di wan bêderfetiyan de me dibistan jî vekirin. Bi ti awayî ne pênûs, ne lênûs tiştek di destê me de nebû, li gel wê jî me dibistanên bi zimanê dayîkê vekirin û zarokên xwe bê perwerde nehêlan.”  

 

‘Vîn û rengê jinê civakê jî diguhere’

 

Hevseroka Meclîsa Gel Filîz Budak jî şêwirmendiya di nava meclîsa gel û Meclîsa Îştar de wiha anî ziman: “Meclîsa me ya gel bi Meclîsa Îştar re karê xwe dimeşînin. Hevseroka Meclîsa Gel di koordînasyona 9 rehendên sereke ya Meclîsa Îştar de ne. Di heman demê de nûneriya Meclîsa Îştar jî di nava Meclîsa Gel de heye. Di hemû meclîsên civakê de pergala hevserokatiyê heye. Di aliyê mijara jin û mêr de jî hevsengî heye. Hem hevpeymana meclîsa gel heye, hem jî ya Meclîsa Îştar. Dema kû biriyarek di Meclîsa Îştar de derbiçe meclîsa gel neçare derbas bike. Pergala Rêbertiyê hîn zêdetir vîn û rengê jinê dayîna pêşe. Dema di nava xebatan de jin derdikeve pêş, bandora xwe li ser tevahiya civakê dike. Ji xwe armanca me jî ewe weke jin di her warê jiyanê de rengê xwe nîşandane.”

 

 

Budak bal kişand ser aliyê hejmara jinan di nava xebatan de û wiha pêde çû: “Di hemû komîteyên meclîsa gel de bi qasî tê xwestin jin hene. Bi xwezayî ne tenê jinên xebatkar hemû jinên wargehê endamên Meclîsa Îştarin. Di hemû meclîsên me de her du salan carekê konferans tê lidarxistin û bi vîna delegeyan nûneriyek nû tê hilbijartin. Dîwana meclîsa gel jî hatiye avakirin û hevserokên wê jî di nava konferansê de tên hilbijartin.”

 

‘Rola aktîf ya jinê di meclîsê de heye’

 

Hevseroka Meclîsa Gel ya Mexmûrê Filîz Budak bilêv kir kû êdî gel ji pergala hevserokatiyê cewherî kiriye û wiha dom kir: “Di çar salên dawî de hevserok û meclîsên her pênc semtan jî hatine hilbijartin. Pergala hevserokatiyê hîn zêdetir xebat rêkûpêk û hêsan kiriye. Berî em têkevin pergala hevserokatiyê, xebat bi şêweyên dîwana meclîsa giştî dihat rêvebirin. Bi wî şêweyî xebatkarên mêr hîn zêdetir keda dihat dayîn li ser navê xwe dida nîşandan. Hinek caran jî weke kû mêr rêveber hevala jin jî alîkare, didîtin. Lê niha êdî ew hatiye rûniştin û gel ji pergala hevserokatiyê bawerkiriye. Bêguman bi ked û îsrara jinan ev hatiye bidestxistin. Dema kû jin derdikeve pêş, dibe xwedî vîn û biriyar ev bandorek erênî li ser civakê jî dike. Em di hilbijartinan de dibînin hilbijêrên jin ji yên mêr zêdetir digirin ev jî tê wateya gel vê pergalê cewherî kiriye. Tevgera jinê û meclîsa me ya jinê jî piştevaniya jinan û xebatên wan dike. Jin jî hêza xwe ji wê piştevaniyê digire û hîn zêdetir hewl dide derkeve pêş.”

 

(rn)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here