Nîqaşa li ser tevlîbûna proseya siyasî ya Iraqê didome

26

 

 

HAWKAR MUSTEFA/ ROJNEWS

 

Piştî eşkere kirina encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê gelek alî nerazîbunên xwe anîn ziman. Vê carê Bexda ji bo hikumetek nû ketiye nava liv û tevgerê. Aliyên siyasî serdana hev dikin. Kurd jî ji bo tevlîbuna hikumeta nû dinava hewldanan dene. Lê her çar partiyên; “Tevgera Goran, Komela Îslamî, Yekgirtû Îslamî û Hevpeyman ji bo Demokrasî û Dadperweriyê, hêjî nediyare bê ka wê tevlî proseya siyasî ya Iraq bibin yan jî boykot bikin.”

 

Her çar partî diyar dikin ku di hilbijartinan de sixtekarî hatiye kirin. Li ser vê yekê endamê desteya damezrêner a Hevpeyman ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Aram Qadir ji RojNews re axivî û got; “Armanca me ewe ku em her çar partî bi hevre biryarek li ser tevlîbûn yan jî botykotkirina proseya siyasî ya Iraqê bidin. Me bi her sê partiyên din re  civîn pêkanîne. Divê barê de emê helwesta xwe nîşan bidin. Hêjî tu biryarek hevbeş derneketiye holê. Lê nêrîna her çar partiyan a hevbeşe ewe ku her çar partî bi hevre bi firaksyonek li Bexda bin.”

 

 

Aram di dewama axaftina xwe de got; “Niha welatiyên Herêma Kurdistan, gelek bê hêvîne. Welatî li benda mene ku em karên mezin bikin. Welatiyên me dixwazin em bi yek lîste tevlî hilbijartinên Herêma Kurdistan bibin. Hêjî nediyare emê çawa bi PDK û YNK’ê re bikevin nava têkiliyan. Ji bovê divê dîsan em bi hevre biryarek bidin.”

 

(rn)