ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Peykertiraş Çêner Nizar di çarçoveya karê xwe yê çêkirina heykelan de, dest bi çêkirina heykelê yekem hemşîreya bajarê Silêmanî ku yek ji yekem jinên xizmeta tenduristî ya bajar kiriye Xatûne, kiriye.

 

Peykertiraş Çêner Nizar li ser armanca karê xwe ji RojNews re wiha got; “Fikra vî karî li ser torên civakî ji aliyê Kameran Peryewe ve ji bo min çêbû. Me li ser guftûgo kir û em gihan biryara çêkirina peyker. Ji ber Silêmanî deyndarê vê hemşîrê ye.

 

 

Bi giştî heykel 2 metir û nîv dirêje. Ez difikirim li ber yek ji nexweşxaneyên bajêr danim. Niha ez li ser kar dikim. Sponserê kar jî Dr. Teha Resûl e.”

 

Peykertiraş Çêner Nizar di sala 1986’ê de li Taxa Serşeqamî bajarê Silêmaniyê jidayik bûye. Peymangeha Hunerê Ciwanekan li Silêmanî bidawî kiriye. Timî karê peykertiraşiyê kiriye. Heya niha bi dehan peykerên kesayetên navdar ên Kurd çêkirine.

 

 

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here