ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Di roja 30.09.2018’an de wê hilbijartina parlamantoya Herêma Kurdistan pêk were û  ev biryar ji aliyê komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijatinê ya Herêma Kurdistanê ve hatiye belavkirin. Hemû aliyên siyasî jî dikarin sibê dest bi tomarkirina navan bikin.

 

Berpirsê Encumena Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinê û Reformê ya Herêma Kurdistanê Îsmaîl Hemelî Xurmalî ji ajansa me re wiha got: “Me wisan biryar dau kû em hersê hilbijartinên Herêma Kurdistanê (Parlamanto, Serokatiya Herêmê û Hilbijartinên parêzgehan)  bi yek cari bi hev re bikin. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nivîsa xwe ya fermî de tenê qala hilbijartinên parlamantoyê kiriye.”

 

Ji bo qeytkirina navê aliyên siyasî ji dîroka 27.05.2018 heya 07.06.2018 berdewam dike. Her wiha ji listeyên hevpeyman ji jî dîroka 18.06.2018 heya 20.06.2018 berdewam dike.

 

 

Her aliyek li Herêma Kurdistanê hatibe tomarkirin, tenê wê 50 milyon dinar jê were girtin, dema hilbijartin temam bû, ger ti rewşên binpêkirina dema hilbijartinê nekiribe û tu ceza li ser nebe, wê pereyê xwe şûnde bigire.

 

Ew aliyên li Herêma Kurdistanê ku weke hizib nehatibine tomarkirin, dive navê 500 hilbijêr an alîgirê xwe bîne ku li komisyonê bê tomarkirin.”

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here