CÎHAD HAWRAMÎ/ HELEBCE

 

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Sûrye û Rojavayê Kurdistanê kir bi hezaran kes neçar bûn mal û warên xwe berdin. Gelek malbatên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê jî neçar man berê xwe bidin Başûrê Kurdistan û deverên din. Yek ji van malbatan berê xwe da Başûrê Kurdistan û li Helebce bi cih bûn. Malbata Salih Kawe li gel du bira, du xwişk û xizmek xwe niha li Helebce karê şirînahiyê dikin. Beriya ku ji Qamişlo werin firina nan ya wan hebû.

 

Ev malbat 5 sale li Helebce kargeha ‘Şîrîniya Ciwan a Heleb’ çêkirine. Kawa Saleh ku niha wek rêveberê kargehê kar dike, li gel du bira, du xwişk û xizmek xwe li Helebce karê şîrîniyê dikin. Ev malbat rojane 20 curê şîrînahiyê çêdikin.

 

 

Fisteq, goz, şîrê lawiran yê eslî bingehek serekî yê hemû şirîniyên kargeha şîrînî ya Heleb a li Helebceye. Ev yek wisan kiriye ku welatî berê xwe bidin kargehê û şîrînahiyan bikirin. Bi taybet bi hatina meha pîroz a Remezanê re, welatî gelek şirîniyê ji bo fitar û paşîvê dikirin.

 

 

Kawa Saleh li gel malbata xwe dema ku li Qamişlo bûn nan çêdikirin. Lê dema ku neçarman penaber bibin, vê carê hûnerê xwe li Helebce nîşandan. Li Helebce şîrîniya Helebî ya Surye binav û denge.

 

 

Kawa Saleh di vê derbarê de ji RojNews re axivî. Kawa got; “Armanca me ya sereke pêşkêşkirina berhemek ciwan ji bo xelkê Helebceye. Em gelek keyfxweşin, welatiyên Helebce gelek berê xwe didin dikanê.”

 

 

 

 

 

 

 

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here