Tevgera Goran daxwaza avakirina eniyek berfireh dike

29

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran piştî civîna xwe ya vê êvarê daxuyaniyekî nivîskî weşand.

 

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de, rewşa Kurdistanê, hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û sextekariyên di hilbijartinê de hatine kirin niqaş kirine.

 

Di daxuyaniyê de, encamên hilbijartinên 12'ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê tên red kirin û tê gotin ku li benda rêyên yasayî ne û hewldanên siyasî û dîplomasî yên ji bo dubarekirina hilbijartina li parêzehên Herêma Kurdistanê û parêzgehên Kerkûk û Mûsilê, yan jî encam werin rast kirin. Tevgera Goran eşkere kir ku hemû rê li pêşiya wan vekirine.

 

Tevgera Goran daxwaz ji hemû alî û hêzên Kurdistanî kir ku eniyekî berfireh ava bikin ji bo guhertina mijarên li Herêma Kurdistanê.