Waliyê Dihokê têkildarî aloziya li Girtîgeha Dihokê daxuyanî da

34

 

 

 

DIHOK / ROJNEWS

 

Waliyê Dihokê Ferhad Etrûşî der barê aloziya li Girtîgeha Çaksazî ya Dihokê derketî civîna çapemeniyê lidar xist. Etrûşî diyar  ku di girtîgehê de şer derneketiye û girtiyê bi navê Sadam ku 3 caran cezayê darvekirinê lêhatiye birîn, xwestiye deriyan bişkîne. Etrûşî got ku li ser vê yekê alozî çêbûye û wî kesî agir berdaye oda xwe.

 

Herwiha Etrûşî got ku hinek girtiyên ku cezayê darvekirinê li ser wan heye, hewl dane deriyan bişkînin û birevin derve, lê bi serneketine û got; "Di encama bûyerê de li beşa 'girtiyên terorê' 7 kesan jiyana xwe dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.Ti destwerdanek ji derve nebûye û ti pevçûnek di navbera ti aliyekê de çênebûye. Bûyer di encama agirberdana girtiyekê de çêbûye û yên din jî li gel de fetisîne."

 

 Waliyê Dihokê Ferhad Etrûşî destnîşan kir ku li Girgîgeha Çaksazî ya Dihok hezar û 415 girtî hene. Ji wane hezar û 35 kes hatine cezakirin û 340 kes jî bi madeya terorê cezayê mûebetê girtîne.

 

Hêjayî gotinê ye ku, li gorî hinek çavkaniyan li girtîgeyê şer di nava girtiyên Kurd û Ereb çêbûye. Lê Waliyê Dihokê ev yek red kir.