Çalakvanekî medenî li Dihokê hate binçavkirin

28

 

ROJNEWS / DIHOK

 

 

Saet 21.00’ê şevê din çalakvanekÎ medenî yê bi navê Mistefa Salih Bamernê li çayxaneyeke nava bazarê Dihokê ji aliyê çend kesên nenas ve hate desteserkirin.

 

Çavkaniyek jî ragihand ku Mistefa ji ber rexneyên xwe yên li ser rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji aliyê komeke kesên cilê sivîl li ber wan bû hate desteserkirin û got, ku ew kesên cilê sivîl li ber wan bû endamên asayişa Dihokê ne.

 

Heman çavkaniyê diyar kir ku heya niha jî ti agahiyek ji Mistefa Salih ne hatiye girtin û nayê zanîn bi kuderê ve birine.

 

Mistefa Salih Bamernê çalakvanekî medenî yê bajarê Dihokê ye. Mistefa bi rêya medya civakî gelek caran rexneyên tund li desthilata Başûr dike. Tê texmîn kirin ku ev çalakvanê medenî ji ber rexneyên xwe yên li rêveberiya Başûrê Kurdistanê hatibe desteser kirin.

 

 

(bz)