Di hilbijartinê de karta bayometrî nayê bikaranîn

35

 

 

HEWLÊR/ ROJNEWS

 

Îro li bajarê Hewlêr rêveberê ragihandin û peywendiyan ê Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Referandoma Herêma Kurdistanê Şoreş Hesen daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de Şoreş Hesen diyar kir ku dest bi amadekariyên ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê di 30’ê Îlona 2018’ê de kirine û got; “Îro li ofîsa serekî û ofîsa parêzgehan qeyda aliyên siyasî destpê kiriye. Heya 7’ê Hezîrana 2018’ê wê dewam bike. Her wiha qeyda hevpeymana jî dê 18’ê Hezîranê destpê ibke û heya 20’ê Hezîranê dewam bike.”

 

Der barê qeydkirina dengan de jî Şoreş Hesen wiha got; “Ti sîstemek elektronî nayê karanîn û kartên bayometrî kar pê nayê kirin. Ji bo nûkirina qeydan emê ji 1’ê Tîrmehê destpê bikin û heya 31’ê Îlonê welatî dikarin serdan bikin, navê xwe qeyd bikin. Yan her karek din ê pêwîst be bikin.”

 

Her wiha Şoreş Hesen diyar kir ku ewê bi hemû awayî hewl bidin ku sextekarî neyên kirin. Şoreş Hesen der barê hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û meclisa parêzgehan de jî got ku her dema ji wan bê xwestin, wê jê re amadekarî bikin.

 

(rn)