Di pêvajoya penaberiyê de perwerdeya zimanê Kurdî

29

 

 

MEXMUR/ ROJNEWS

 

Di sala 1994’an de welatiyên ji Bakurê Kurdistanê penaber Başûrê Kurdistanê bûn, pergala xwe ya perwerdehiyê avakirin. Dibistana destpêkê li wargehên Şeraniş û Bihêrê destpê kirin. Perwerdeya destpêkê ji aliyê mamostayên wargehê ve bi komkirina xwendekaran hat destpêkirin. Destpêkê perwerde bi devokî dihat dayîn. Di dîroka 2’ê Îlona sala 1994’an de derbazî wargeha Bêrsîve bûn. Li wê jî mamostayan xwendekar kom kirin kolik çêkirin, dibin kolikên çilo de perwerde berdewam kirin.

 

Di 14.11.1994’an de penaber derbasî wargeha Geliyê Qiyametê bûn cara yekem li wê kelpîçên bi heriyê hatin çêkirin, refên xwendekaran hatin amadekirin û ji aliyê 8 mamostayan ve perwerde hat dayîn. Ji bo her semtê du çadirê weke dibistanê hatin çêkirin.

 

Qonaxên perwerdê vê carê jî li wargehên Etrûş bi avakirina çar dibistanên seretayi yên Dr.Salih Kandal, Dr. Nûrî Dersimî, Dr.Mehmet Kurt û Dr. Mehmed Kara Songûr hatin vekrin. Lê zordariya dewleta Tirk û PDK’ê bi dawî nebû, carekdin ketin ser rêya penaberiye ber bi Nînova ve. Her wargeha ku gel diçûnê, yekem tişt perwerdeya xwe berdewam kirin. Di 20’ê Gulana sala 1998’an de jî bi rêwitiya ber bi Mexmûrê ve berdewam kir. Wê pêvajoyê Mexmûr ne cihê jiyanê bû, ne av, ne dar tiştek tinebû. Gelê wargehê, mamosta û meclisa gel ya wargehê bi hev re dest bi xebatên avakrina dibistanên ji kelpiçên axê kirin. Li Mexmûrê 5 dibistan hatin avakirin.

 

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî sîstema perwerdê giha qonaxek baş. Nêzî 12 dibistan li wargehê hatin vekirin. 5 dibistanên dayikê Şehîd Nûjîn, Şehîd Çîçek, Şehîd Evîn, Şehîd Mizgîn û Şehîd Kamuran. Dibistanên seretayî jî Dr. Salih Kandal, Dr. Nurî Dersimî, Dr. Mehmet Kurt û Dr Mehmed Kara Songur. Dibistana Navîn Şehîd Jiyan, dibistan Amadeyî ya Şehîd Koçerîn, Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay û Peymangeha Şehîd Kerîm Katu hatin avakirin. Têkildarî zorî û zehmetiyên xwendinê di qunaxên penamberiyê de yek ji mamostayên destpêkê heta roja îro berdewam dike mamosat Sedîq Benek nirxandin kir.

 

‘Pênûs û lênûs dihat, li xwendekaran dihate parkirin’

 

Momosta Sedîq Benek li ser penaberî û qonaxên avakirin dibistanên wargehê ev agahî da: “Di penaberiyê de perwerde bi qonaxên gelek zor û zehmet re derbaz bû. Jiber ku derfet, pênûs nebû. Gelek caran me rûpelek yê defterê li 4 xwendekaran parve dikir û pênûs jî 2 qet li xwendekaran par dikir. Bi dehan mamosta û xwendekarên me şehîd ketine. Perwerdeya me li gorî Sîstema KCK’ê ye. ”

 

‘Bi fedekariya mamosteyên dildar, perwerde hate dayîn’

 

 

Benek bal kişand ser şêwaza perwerdehiyê û ev nirxandin kir: “Di mercên penaberiyê de yek ji gava kupêwîst bû bê avatin û zarokên li hev kom bikin, avakirina dibistanan bû. Di wê pêvajoya giran de, tevî hemû êrîş û bêderfetiyê bi kombûna çend mamosteyan destpêkê li nêzî wargehê li ser parçeyek text perwerde hate destpêkirin. Pênûs û lênûsên kuem bikarin li xwendekaran belav bikin nebûn, li gel wê ne mêze ne jî textên me yên perwerdehiyê hebûn. Xwendekar li ser keviran dirûniştin û parçe texteyê kubi boyaxa reş hatî boyaxdan û parçeyek tebeşîr perwerdeyên destpêkê hatin dayîn. Ev ji bo me serkeftin bû. Yek ji armanca me em perwerdeya zimanê dayîkê bidin ya din jî siberojekê ji bo van zarokê kuneçarî koçberiyê hatî kirin, avakiribû. Bi demê re ev derfet kêmek din baştir bû. Êdî bi alîkariya mamoste û gel kolik ji bo xwendekaran hatin amadekirin. Lê derfetên amûrên perwerdehiyê yê weke xwe bûn. Tevî hemû astengî mamosteyên dildal dev ji karê xwe bernedan û zarok perwerde kirin. Di vir de rastî rolekî mezin yê mamosteyan hebû. Her wargeh nû hatin çêkirin dibistan jî hatin avakirin û perwerde ji cihê mayî hatin domkirin.”

 

‘Bi fermîbûnê re perwerdehî derbasî serdemeke nû bû’

 

Mamoste Sedîq Kara anî ziman kuherî zêde perwerdehî bi sazûmanî li wargeha Mexmûr hatiye dayîn û got: “Bi avabûna wargeha Mexmûrê re, avahiyên dibistanê jî bi alîkariya xwendekar û gel bi kelpîçên ji heriyê hatin çêkirin. Her wiha cih rûniştinê jî bi herî hatin çêkirin. Ji bo zarok ji perwerdehiyê nemîne, bi alîkariya gel û mamostayan ji nû ve qeydên xwendekaran hatin girtin û li gorî asta xwendekar û xwendekarên nû perwerdehî ji cihê mayî dom kir. Li vir jî dîsa ji ber mercên penaberî û sînordarbûna pêdiviyên perwerdehiyê zoriyên mezin hatin kêşan. Heta astekê me bi derfetên gel û mamosteyan pênûs, lênûs dîsa cil û bergên xwendekaran ji aliyê gel ve hate pêwazîkirin û li dirûnxanya gel hate dirûn û li xwendekaran hate belavkirin. Êdî li gorî cihên din sazûmaniya perwerdehiyê hê baştir hate destgirtin. Mamoste zêdebûn, pisporî kêm jî be derket holê. Ev bû bingehek ji bo perwerdehiya zimanê dayîkê yê Kurdî. Bi demê re li ser hewldanên qada perwerdehiyê û saziyên din yên wargehê perwerdehiya Mexmûr êdî kete fermiyetê û ji aliyê NY’yê ve hate erêkirin. Bi fermîbûnê re êdî ji aliyê saziya UNHCR ve alîkariyên çi ji bo perwerde çi jî ji bo gel hate pêşwazîkirin. Bi avabûna van derfetan re jî perwerdehiya wargehê derbasî qonaxeke nû bû. Avahiyên perwerdehiyê hatin amadekirin, dîsa amûrên ji bo perwerdehiyê pêwîst hatin pêwazîkirin. Ev bû serdema nû ya perwerdehiyê.”

 

 

‘Xwendekar bûn, niha mamoste waneyan didin’

 

Benek bal kişand ser pererdehiya Mexmûr û got: “Niha li wargehê ji dibistanên dayîkê bigire heta dibistanên seretayî, navîn, amadeyî, dîsa akademî û peymangeh hatiye avakirin. Ev hemû bi saya kedeke mezin mamosayên dildar û gelê berxwedêr pêk hatiye. Niha li wargehê 5 dibistanên dayîkê, 4 dibistanên seretayî, 2 dibistanên navîn û dibistaneke amadeyî heye. Li gel vê Akademiya Ferhat Kurtay, Peymangeha Kerîm Kato heye. Xwendekarên ji dibistana amadeyî perwerde diqedîn piştî ezmûnekê derbasî zanîngehê dibe. Niha bi sedan xwendekarên li ber destê me di nava bêderfetiyê de perwerde dîtin, mezûn bûne. Niha gelek ji wan li qada dibistanê perwerdê didin û hinek bûne dixtor, mîmar û endazyar. Ev nîşana kedeke mezin ya biryardarî û serkeftinê ye.”

 

 

Mamosta Sedîq bilêv kir kudema ew berhemê keda xwe dibînin kêfxweş dibin û wiha domand: “Mamostatî tişta herî birûmete û pîroze. Di van qonaxê penabertiyê de xwendekarên me bûne şagirt û di hemû saziyên wargehê yên weke çapemenî, dad, şaredarî, tenduristî, karê derve û mamosta de cih girtine. Ev jî dide diyarkirin kuev qonaxên zor û zehmet de me berhem girtiye. Jiber kuxwendevanên me bûne pêşengê civaka me. Niha ev berhemê perwerdê li Rojavayê Kurdistanê tê belavkirin. Ev cihê keyfxweşî û şanaziyê ye. Jiber darek ya fêkîgirtî me çand û niha li her çar aliyê Kurdistanê berhem dide.”

 

(rn)