Parêzerê Ramîn: biryara darvekirinê dijî qanûne

34

 

 

AWAT PÛRÎ / ROJNEWS

 

 

Ji bo nirxandina Doza girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî ku li Îranê cezayê darvekirinê girtiye me xwe gihand parêzerê wî Hisên Ehmedî Niyaz. Me xwest di aliyê qanûnînde doza Ramîn li gel parêzerê wî binirxînin.

 

 

Li aliyek hikûmet bi hemû hêza xwe ve li aliyê din jî Ramîn û 70 kîlo bedena wî

 

Ehmedî Niyaz di destpêka axaftina xwede îşaret bi tohmeta dijayetî kirina Hikûmeta Îslamî, Hakim û Îmam û sepandina vêya li ser Penahî kir Û got, “Ramîn ku bi tohmeta dijayetî kirina Hikûmeta Îslamî, dadger û Îmam tê darizandin, li gorî xala cezayê ya 287’ê Îranê, bi şerê çekdarî li dijî Hikûmeta Îslamî, dadger û îmam tê darizandin. Di vê xala qanûnê de pêwîste îşaret bi çend mijaran bikin:

 

Yekem Ramîn bi şer kirina li dijî hikûmeta Îranê tê tohmetbarkirin ne ku li hember kes yanjî hinek kesan.

 

Duyem, madem bi şerê li dijî hikûmetê tê tohmetbarkirin wê demê divê Ramîn li dadgeha sûcên siyasî de were darizandin.

 

Sêyem, di vê xala qanûnî de aliyê gilî dike hikûmete. Wê demê ew aliyê bi şer3e li dijî hikûmetê tê darizanidn herî kêm hêzekî xwe yê wekhev yê biqasî hikûmetê hebe. Ango divê ew çende hêz û artêşa xwe hebe. Lê, di doza Ramîn de tiştek wisa nîne.

 

Çaremîn, li gorî xala 34’an a destûra bingehîn a Iraqê, proseya dadgehkirin û ceza dayînê di vê dadperwerane be. Lê, di doza Ramîn de nobedar û karmendên artêş, Îtlaatê bixwe dadgeha şoreşin û dadger jî her ew bixwe ne. Li beramber vê hêzê de Ramîn bi bedena xwe ya 70’ê kîloyî disekine û dengê wî jî nagihije ti cihekî. Ji lewma proseya dadgehkririna Ramîn dadwerane nîne.

 

Cezayê Ramîn divê salek cezayê girtîgehê be

 

Ehmedî Niyaz dibêje ku Ramîn di hemû axaftinên xwede red kiriye ku şerê çekdar3i li dijî hikûmeta Îranê nekiriye û axaftina xwe wiha domand, “Ramîn di hemû axaftinên xwede bi eşkereyî gotiye ku şerê çekdarî nekiriye. Ew bixwe vê tohmetê qebûl nekiriye. Dema hatiye binaçvkirin jî li ser hişê xwe nebûye û kesek ku li ser hişê xwe çûbe nikare çek bikarbîne yan jî şer bike. Her wiha Ramîn gotiye ku ew ji bo serdana dayîk û bavê xwe çûye Kurdistanê. Ji lewma tenê ji ber endamtiya Komele û bangeşekirinê jî nabe ku cezayê darvekirinê bigire. Li gorî van tiştên ku niha me gotiye cezayê Ramîn tenê nêzî salek girtîgehe.”

 

Cezayê darvekirina Ramîn dijî qanûn û destûr e

 

Hisên Ehmedî Niyaz diyar kir ku dadgeh li gorî rapora Îtlaat, artêşê vê cezayê daye Ramîn û got ku ew weke parêzerê Ramîn vê cezayê weke cezayeke dijî qanûn binav dike.

 

Parêz Niyaz di beşa dawî ya axaftina xwede dibêje, “Ramîn di dadgeha 14 ya meha Sibata îsal de got ku ew li girtîgeha Îtlaatê de êşkence dîtiye. Lê dadgeh heya niha jî di vê derbarê de lêkolîn nekiriye. Li gorî xala 38’an a destûr her cûre êşkence betale. Ji lewma hemû raporên ku Îtlaat radetsê dadgehê kiriye di warê qanûnî de cihê xwe nîne.”

 

Girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî ji bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Par hate desteserkirin û paşê jî ji aliyê baskê Sine yê dadgeha îslamî ve hate darizandin.

 

(bz)