Pîrozgehên li Şengalê li benda nûkirinê ne

35

 

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ŞENGAL

 

3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kirin û bi hezaran Êzidî di komkujiyê re derbas kirin, bi hezaran kes dîl girtin û koçber kirin. Helbet li kêlek vêya weke li gelek cihên din jî bû êrîşî cihên pîroz û dîrokî yên herêmê dikin. Gelek cihên pîroz û qedîm yên civaka Êzidî di encama van êrişan de hatin xirakirin û wêran kirin. Tevî ku ev çend sale Şengal ji DAIŞ’ê paqij bûye jî lê, hê jî Şengal û bi taybet jî ev cihên pîroz û dîrokî yên Şengalê li benda nûkirinê ne.

 

Xizmetkarê Qûba Şêxmend Şêx Xêrî Mirad ji bo nûjenkirina van cihan banga alîkariyê kir. Şêx Mirad diyar kir ku ew weke civaka Êzidî girîngiyeke zêde didin cihên pîroz û got, “Em tiştek ji bo xwe naxwazin. Lê, cihên me yên pîroz yên hatine wêran kirin pêwîstiya xwe bi nûjenkirinê heye. Qub di nava civaka me de xwedî ciheke pîroz e. Ez banga alîkariyê dikim û ji niha ve spasiya wan kesan dikim ku bikarin bi me re bibin alîkar.”

 

 

Şêx Mirad her wiha bi taybet bang li gelê Êzidî û yê Şengalê bixwe jî kir ku xwedî li van cihên xwe yên pîroz derkevin û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Şengalê bi bîr xist û got, “Divê civaka Êzidî bixwe jî xizmetê ji van cihên xwe yên pîroz re bikin û êrişên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê ji bîr nekin.”

 

 

 

(rn)