BOTAN GERMIYANÎ-HEWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Pirtûkxaneya  Giştî ya Kifrî li bajarokê Kifrî ya Kelar a ser bi herêma Germiyan e, di sala 1963'an de ji aliyê hikûmeta wê demê ya Iraqê ve hatiye avakirin û piştre di sala 2007'an de ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat nûjenkirin.

 

Li Pirtûkxaneya  Giştî ya Kifrî zêdetirî 19 hezar û 500 pirtûk û çavkaniyên bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî derbarê zanistên giştî, ol, rêziman, felsefe, wêje û çend mijarên din de hene.

 

Di sedsala borî de, ji ber sedemê hebûna çavkaniyên baş û girîng piraniya xwêrenê wê herêmê diçûnê û sûd jê digirtin, lê tişta ji berpirsên pirtûkxaneyê re bûne cihê fikarê, ewe ku piştî salê 2003'an ve ji dema rûxîna rejîma Baas a Iraqê ve kêm kes diçin pirtûkxaneyê. Mehê derdora 30 kesî serdana pirtûkxaneyê dikin, ew jî xwendekarin ji bo nivîsandina tezan û lêkolînkirinê sûd jê digirin.

 

Berpirsê Pirtûkxaneya  Giştî ya Kifrî Bazyan Sabîr diyar kir ku sedemê kêmbûna xwendevana pêşketina teknolojiyê û mijolbûna ciwanan a torên civakî û destkeftina pirtûkên elektronîkin.

 

 

Sabîr bang li welatiyên Kifrî û bi taybet ciwanan kir ku ji bo bibin xwedî civakekî tendurist serî li pirtûkxaneyê bidin û pirtûkan bixwînin.

 

Pirtûkxaneya Giştî ya Kifrî xwedî bînahiyekî mezine, lê qada serî ya bînahiyê û hola jêr bi biryara Wezareta Xwendina Bilind û Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê dane Kolêja Ziraetê ya Zanîngeha Germiyan. Ev jî astenge li pêşiya lidar xistina çalakiyên hunerî û edebî li nava pirtûkxaneyê.

 

 

Ji derveyî Pirtûkxaneya Giştî ya Germiyan li bajarokê Kifrî du pirtûkxaneyên din hene. Yek li qewexanaya bajaroke  û ya di jî li Gelerî Şêwakarên Kifrî ye ku ji aliyê nivîskar û rewşenbîran ve hatiye vekirine.

 

 

 

 

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here