SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) vê êvarê li Silêmaniyê civiya. Di civînê de, destpêkirina hevdîtinên YNK'ê ya li gel aliyên siyasî yên Iraqê û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hat niqaşkirin.

 

Herwiha di civînê de biryar hate dayîn ku roja Sêşemê Encumena Rêveberiya YNK'ê ji bo amadekirina bernameyekê ji bo 4 salên bên ên Iraqê bicive.

 

Piştî civînê Berdevkê YNK'ê Sedî Ehmed Pîre daxuyanî da, Pîre diyar kir ku YNK'ê biryar da ku li gel hemû aliyan ji bo avakirina hikûmeta Iraqê bicive.

 

Pîre got ku di civînê de biryar hate dayîn ku ji bo 4 salên bên ên Iraqê bernameyekê amade bikin û got; "Emê hewl bidin ku li gel hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi yekrêzî biçîn Bexda. "

 

Berdevkê YNK'ê Sedî Ehmed Pîre têkildarî postê serokkomariya Iraqê jî wiha destnîşan kir; "Emê hewl bidin ku ev post ji bo Kurdan be û di nava Kurdan de jî, ji bo YNK'ê be. Di vê çarçoveyê de deriyê YNK'ê ji bo guftûgoyê ji bo hemû aliyên siyasî vekiriye."

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here